REWŞA DAWÎ YA LI ZÎNÎ WERTÊ
PDK HÊZA XWE VEDIKIŞÎNE Û HÊZA YNK’Ê LÊ BI CIH DIBE
Li gorî zanyariyên ji çend çavkaniyan hatin bidestxistin, wê YNK navenda asayîşa bajarokê Wertê û benda asayîşê ya li Dola Pilingan bike yek û li ser girê Zînî Wertê bi cih bike.
Cîgirê Berpirsê Malbenda Şeş a YNK’ê ya Soran Şemal Wertê jî ev yek piştrast kir û got; “Zînî Wertê di warê coxrafî, siyasî û îdarî de bi ser bi sinorê YNK’ê ve ye.
Ji bo ewlekariyê jî pêwîst dike hêzek li wê derê were bicihkirin.
Şemal Wertê diyar kir, ku wê ew hêza hevbeş a YNK’ê û PDK’ê ku par li deverê hatibû bi cihkirin, vekişe û hêza asayîşê lê bi cih bibe.
Çavkaniyek ji Koma Civakên Kurdistanê jî ragihand, ku ti agahiya wan ji vê yekê nîne û got,
Ew dever li ser sînorên me ye. Divê ji her livûtevgera leşkerî em bên agahdarkirin û kî bike bi me bişêwire.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku 18’ê Adara par PDK’ê hêza xwe li wir bi cih kiribû.
Yekîneyeke gerîla ya bi hêzên PDK’ê re rûniştî û ji cem wan veqetiyayî, bûbû hedefa êrişa dagirkeriya Tirk.
Di êrişê de 3 gerîlayên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûbûn.