Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şirîkatiya hukûmeta Alman a bi rejîma Erdogan re

 

TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK
ŞIRÎKATIYA HUKÛMETA ALMAN A BI RÊJÎMA ERDOGAN RE

Partiya Çep a Almanyayê Die Linke têkildarî êrîşên dagirker ku dewleta Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, pirsnameyek dabû Meclîsa Federal.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût der barê nûçeyên ku artêşa Tirk di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar anîne, binpêkirina hiqûqa navnetewî û nîqaşkirina van meseleyan a bi dewleta Tirk re pirsîbû.

Wezîrê Berpirsê Karên Ewropayê ya Elmanyayê Michael Roth ev pirsname bersivand û got:

Li ser êrîşa dawîn a dewleta Tirk di destê hikumeta federal de agahî tine ye ka hiqûqa navnetewî hatiye binpêkirin an na.

Desteya Lijneya Zanistî ya ku ji Meclîsa Federal re şêwirmendiyê dike par di tîrmehê de diyar kiribû êrîşên ku Tirkiye li dijî Başûrê Kurdistanê dike, tê wateya binpêkirina hiqûqa navnetewî.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku hiqûqa navnetewî dibe qurbana bazara bi dewleta Tirk û got:

Hikumeta federal careke din li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng dimîne.

Wisa xuya ye têkiliyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê ji mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî girîngtir in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv