REWŞA LI KAMPA HOLÊ
RÊVEBERIYA XWESER ŞERTÊN DERKETINA MALBATAN EŞKERE KIR
Ji roja ku hatiye vekirin, cara pêşî ye malbatên li Kampa Holê bûn têne derxistin..
Malbatên mijara gotinê bi giştî ji Sûrî ne û beriya werin berdan jî rewşa wan tê lêkolînkirin..
Berdevê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 10’ê Cotmehê biryara derxistina malbatan ji kampa Holê bi raya giştî re parve kir..
Û piştî vê viryara bi çend rojan pêla yekemîn a derxistina malbatan destpêkir..
Berdevkê rêveberiyê Luqman Ehmê ragihand ku ji bo derketina malbatan, 2 şert hatine destnîşankirin..
A yekemîn malbatên ku dixwazin ji kampê derkevin lazime daxwaznameyekê radestî rêveberiya kampê bikin.
Ji ber ku hejmarek mezin a malbatan hene naxwazin ji kampê derdevin, hin ji wan ji ber rewşa ewlehî û hinên din ji ber rewşa jiyanê..
Ya duyemîn; li ser malbatên ku dixwazin derkevin lêkolîneke ewlehî were amadekirin, da ku were piştraskirin ku ti pêwendiya wan li gel DAIŞ’ê tine ye.
Li gorî daneyên Rêveberiya Kampa Holê, derdora 18 hezar hene.
Hejmara kesên li kampê dimînin jî 64 hezar û 373 kes in..
Ji wan
30 hezar û 606 Iraqî, 24 hezar û 223 Sûrî,
Û 9 hezar û 544 kes jî biyanî ne..