Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê efû ya giştî ket meriyetê 16.10.2020

 

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ EFÛ YA GIŞTÎ
DI GAVA PÊŞÎ DE 631 GIRTÎ HATIN BERDAN

Bi biryara Meclisa Sûriya Demokratîk, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî Efû ya Giştî hat ragihandin..

Weka gava pêşî ya biryarê, 631 girtiyên ketin ber efûyê hatin berdan..

Meclisa Sûriyê Demokratîk têklildarî biryara efû ya civîneke çapemeniyê lidar xist.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer di civînê de anî ziman ku biyrara wan li ser daxwaza gel hatiye dayîn û wiha got:

Îro wê 631 girtiyên bi tewana terorê girît bûn û dema dadgehkirina wan derbas bûye, wê werin berdan.

253 girtiyên din jî wê ji efûyê sûd werbigirin û wê cezayê wan ji sedî 50 were rakirin.

Piştî daxuyaniyê 631 girtiyên ku ketin ber efû yê ji zindanê hatin derxistin û malbatên wan ew pêşwazî kirin..

Endamê Eşîr û Rûsipiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebid Fayzîz Bedîrxan diyar kir ku di rojên pêş de dibe ku hejmara kesên werin berdan zêdetir bibe û ev peyam da:

Birayara hatiye dayîn wê ji bo hemû kesên girtî bibe fersenda vegera li rastiya xwe. Em ji wan re dibêjin himbêza me ji we vekirî ye. Li kiriên xwe ên berê poşman bibin û mîna welatiyekî ji rêzê cihê xwe di nava civakê de bigrin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv