Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

 

RÊVEBERIYA XWESER SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA PÎROZ KIR
“EM BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIKIN KU SITATUYA HEREMAN NAS BIKE”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de salvegera şoreşê li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got:

“Yên ku li Sûriyê edalet, demokrasî û îstiqrarê dixwazin, yên dixwazin dagirker bên qewitandin, herêmên dagirkirî bên rizgarkirin û yên ku baweriya wan bi yekitiya xak û civaka Sûriyê heye, em amade ne hevkariyê bi wan re bikin.”

Rêvebiriya xweser da xuya kirin ku bi vê şoreşê xwe spartiye guhertina demokratîk li Sûriyê, pêşxistina rêveberiya civakê, biratiya gelan û neteweya demokratîk.

Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku sitatuya heremên Bakur û Rojhilata Sûriyê wekî herêmên Sûriyê yên ne veqetandî nas bike.

SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA
KONGRA STAR: “ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE JΔ

Rêxistineke din ku şoreşa Rojava pîroz kir, Kongreya Star bû.

Koordînasyona Kongreya Star- Rojava pêşî şervanên ku di oxira azadiyê de şehîd bûne bi bîr anî û bal kişand ser rola jinê ya di vê şoreşê de.

Qismek daxuyaniya Kongra Sitarê wiha ye:

“Şoreşa Tîrmehê hem gel ji desthilata Baasê rizgar kir hem jî qalibên ku li ser wan hatibûn ferzkirin şikand. Jin di nava şoreşê de pêşeng bû. Di qada leşkerî siyasî, aborî, çandî û civakî de her tim li pêş bû. Ji ber wê yekê Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye jî.”

SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA
PYD: JIYANA AZAD BI BERDÊLÊN GIRAN PÊK TÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê jî vê wesilê da xuya kirin Şoreşa 19’ê Tîrmehê wê Rojhilata Navîn ber bi demokrasî û azadiyê ve bibe.

Daxuyaniya PYDê wiha ye: “bingeha şoreşê li ser dirûşma “Berxwedan Jiyan e” ava bû. Jiyana azad, bê berdêl pêk nayê.

PYD dewleta tirk weke dijmin û xeteriya li pêşiya şoreşa Rojava ûpênase kir.

SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA
“EM BI BIRYARIN BAJARÊN XWE YÊN DAGIRKIRÎ AZAD BIKIN”

Rêxistina leşkerî ku di şoreşê de rola sereke leyist YPG jî bi daxuyaniyekê hemû endamên xwe yên şehîd bibîrani û ev daxuyanî bela kir.

“Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji roja destpêkê heta niha li hemberî êrişên DAIŞ’ê û dewleta Tirk têkoşîn û berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Em weke YPG soz didin ku xeyal û armancên şehîdên xwe yên leheng bi welatek azad û demokratîk tacîdar bikin. Em bi biryarin bajarên xwe yên dagirkirî, Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeriyê azad bikin. Em şoreşê li Rêber Apo û gelê xwe re pîroz dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv