“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
JINEKE DIN JÎ JI ALIYÊ CAWÎŞÊ PISPOR VE HAT KUŞTIN
Çawişê pispor Haci Yaşar yê 30 salî, hevjîna xwe Aysel Yaşar ya 29 salî bi çekê kuşt.
Çawîşê kujer ku li Çewligê wezifeyê dikir çû Yozgatê û di nava wesayitê de hevjîna xwe kuşt.
Kujer pişt re jî xwest xwe jî bikuje û bi giranî birîndar bû.
Cenazeyê Aysel Yaşar rakirin morga Saziya Tiba Edlî.