DI BIN GEF Û ÊRIŞAN DE XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ
RÊVEBERIYA XWESER A MINBÎCÊ 51 KURSIYÊN ASTENGDAR BELAVKIRIN
Li Minbicê hemwealtiyên astegdar re kursî hatin belavkirin.
Bi desteka Rêveberiya Xweser û bi koordîneya Komîteya Kar û Barên Civakî, Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê 35 kursî li zarokên astengdar,16 kursî jî li astengdarên temenmezin re belav kirin.
Li gor nivîsgehê, belavkirina kursiyên astengdaran wek pêngaveke alîkariyê ya Rêveberiya Xweser ji bo astengdaran e û Rêveberiya Xweser hewl dide ku hemû pêdiviyên astengdaran ên sereke bi cih bîne.