Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs: ‘Destûr nedan em koçberan bibînin’

 

REWŞA KOÇBERÊN LI SER SÎNORÊ POLONYA Û BELARÛSYAYÊ
HEVSEROKÊ KNK’Ê AHMET KARAMÛS: DESTÛR NEDAN EM KOÇBERAN BIBÎNIN

Li ser sînorê Belarûsya-Polonyayê bi hezaran koçberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne asê mane.

Heta niha jin û zarok jî di navê de gelek kesan ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

Ji bo rewşa koçberan di cîh de bişopîne û bi wan re bibe alîkar KNK’ê şandeyek şand herêmê.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs çavdêriya heyetê û rewşa koçberên li vir ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Ahmet Karamûs da zanîn ku ji ber asgengiyan eskerên Polonî wan nekarî biçin serdana koçberan û got:

“Polonyayê li ser sînor nêzî 15 hezar leşker û polîs lê bi cih kirine. Destûr nayê dayîn kes nêzî koçberên li ser sînor bibe.

Me gelek hewl da em koçberan bibînin, lê mixabin ev xwesteka me bi cîh nehat.”

Ahmet Karamûs diyar kir ku piraniya koçberan ji Başûrê Kurdistanê ne û wiha pêde çû:

HEVSEROKÊ KNK’Ê AHMET KARAMÛS:
PIRANIYA KOÇBERÊN LI SER SÎNOR ZAROK Û JIN IN

“Li gorî agahiyên li ber destê me ji van koçberan herî kêm 3-4 hezar Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ne.

Piraniya wan jî ciwan, jin û zarok in.”

Karamûs têkildarî alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê jî ev agahî dan.

“Heyeta me hîn jî li Varşovayê ye. Ji bo Heyva Sor alîkariyê bigihîne koçberan bi saziyên mafên mirovan û aliyên din ên têkildar re hevdîtinan dike.”

HEVSEROKÊ KNK’Ê AHMET KARAMÛS:
DIVÊ KES AXA XWE Û WELATÊ XWE TERK NEKE

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs herî dawî bang li ciwanan kir ku xwedî li axa xwe derkevin û got:

Divê kes mala xwe, gundê xwe, welatê xwe terk neke û derketina derveyî welêt weke çare nebînin.

Li ser xaka xwe têbikoşin û kar bikin, bi vî rengî xwedî li paşeroja xwe derkevin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv