Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 30 zarokên DAIŞ’î radestî Rûsyayê kirin 13.11.2020

 

RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
30 ZAROKÊN DAIŞ’Î RADESTÎ RÛSYAYÊ KIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, 30 zarokên DAIŞ’î radestî rayedarên Rûsya kirin.

Piştî têkçûyîna DAIŞ’ê li herêma Baxozê, bi deh hezaran endamên malbatên DAIŞ’î xwe teslîmî şervanên QSD’ê kirin..

Beşeke mezin ji van kesan, welatiyên biyanî bûn..

Û ev demeke dirêje Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li aliyên pêwendîdar dike da ku welatiyên xwe bigrin..

Doh di encama vê bangê de, 30 zarokên DAIŞ’î radestî heyeta Rûs hatin kirin..

Hevserokê Navenda Pêwendiyên Derve li Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdulkerîm Omer tevî Serokê Federasyona Rûsyayê ya ji bo Mafên Zarokan Larisa Nikolaevina û Helena Alexandrovna civîna çapemeniyê pêk anîn..

Di civînê de herdu aliyan belgeya radestkirin û wergirtina zarokan îmze kirin..

Ebdulkerîm Omer di civîna çapemeniyê de wiha axivî:

Her çi dibe bila bibe, cihê wan zarokan ne kamp in. Lazime ew li devereke bi ewle bijîn. Lewma hiştina wan li nava kampên DAIŞ’ê wê bihêle ku nifşekî nû yê terorîst ava bibe..

Aliyên Rûsî jî ji ber ku di mijara radestkirina zarokan de bi wan re bû alîkar, malavahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv