TIRKIYEYA NÛ
BI HINCETA EV SEMBOLA PKK’Ê YE PARKA ZAROKAN XERA KIRIN
Li navçeya navendî ya Stenbolê li Kuçukçekmeceyê li taxa îstasyonê parkeke ji bo zarokan hatiye çêkirin.
Dema nûkirina vê parkê meclisa şaredariyê ihaleyek çêkiriye.
Şîrketekê jî bi îlhama logoya şaredariyê zemîna parkê hemû bi stêrka xemilandiye.
Lê qeymeqamê AKP’î ku kasealêsiyê ji qesra Erdogan re dike.
Ji rewşê ji xwe re wezîfe derxistiye. Ferman daye ku park were xerakirin.
Û der barê şaredarî, meclisa şaredariyê, fîrmaya park nû kiriye hemûyan de lêpirsîn daye destpêkirin.
Dema ev bûyer pêk tên yek mirovekî aqlî selîm jî nabêje heyran ka bisekinin ev logoya şaredariya me ye.
Dema karkerên şaredariyê parkê xera dikin jî li ser kincên wan ên kar logoya şaredariyê ango stêrk xuya dike.
Ne dûr e sibe du sibe wê zat-i şahane şefê rejîma faşîst Erdogan bibêje; ka li CHP’ê binêrin li Stenbolê ji PKK’ê re kampan çêkiriye.