Endamê desteya rêveber a PAD’ê Huseyin Xelîl, di bernameya Nîvroj de qala pargela xweparastin û xweseriya Şengalê kir. Xelîl destnişan kir ku, Gerîlayên HPG piştê erka parastina gelê bicihanîn, erka parastina Şengalê spart gelê herêm. Di dewama axaftina xwe Huseyin Xelîl got ku: “Zarokên vî gelî Şengalê diparêzên. Em dixwazin paraatin, ewlekarî û rêveberiya xwe ya xweser bi xwe birêve bibin. Kes nikare me bê îrade bike. Kîjan hêzê bixwazî vî tiştî bike, emê li hemberî wê xwe biparêzin. Ev mafê me ye”