Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KNK: Divê Şengal bibe xwedî statuyeke xweser

 

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê têkildarî peymana binavê “Şengalê” ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye mohrkirin ev hişyarî da:

Her biryara bê dayîn divê li gorî daxwaz û îradeya xelkê Şengalê be. Çareserî ew e ku Şengal bibe xwedî statuyeke xweser û taybet.

Ji bo vê jî lazime her Kurd li Şengalê xwedî derkeve..

Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê lihevkirina rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin, peymana behsa wê tê kirin bê pirs û agahdariya xelkê Şengalê hatiye îmzekirin û wiha dewam dike:

Li Şengalê îradeyeke azad û mecliseke xweser a gel heye. Vê îradeyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa da. Îro li ser qedera xwediyên vê têkoşînê peymanên ne di cih de têne çêkirin. Ev peyman pirsgirêkên nû bi xwe re tîne û îradeya xelkê Şengalê binpê dike.

Konseya Rêveber a KNK’ê fermana 3 Tebaxa 2014’an bi bîr xist û wiha got:

Hêzên ji parastina Şengalê berpirsyar li ber xwe nedan, Şengal bi hovîtiya DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Îradeya ku ev 6 sal in bi xwîna hezaran cangoriyan Şengal parastiye, tine tê hesibandin.

Ji ber vê yekê xelkê Şengalê peymana Hewlêr û Bexdayê napejirîne. Ev jî heqê wan ê mafdar e. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Balkêş e ku beriya her kesî Tirkiyê kêfxweşiya xwe ji ber peymanê anîye ziman.

Em zanin ku dewleta Tirk dijminê sereke yê gelê Kurd e û ev demeke dirêj e êrişî Şengalê dike. Eger dijmin bi vê peymanê şa dibe, ev diyar dike ku peyman li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.

Ji ber van sedeman em vê peymana der barê Şengalê de di cih de nabînin û bang li hemû partî, hêzên Kurdistanî û raya giştî ya Kurdistanê dikin ku di vî warî de bêdeng nemînin û li Şengalê xwedî derkevin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv