Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêheval Xemgîn, pêşengê ked û jiyana dilnizm

Egîd, di hembêza çiyayan de bi berdewamî tola mafê sêwiyan, ji diz û xayinan distînin. Xemgîn Amed ê egîd jî di vê demê de, wexta ji bo parêzvaniya sêwiyan di nava şer de bû ket nava axa sor.

Têkoşîna me ya ji bo meşa serketinê bi pêşengiya mirovên di asta lehengiyê de tevdigerin berdewam dike. Bê guman rastiya têkoşîna me ye, bihîstina agahiya şehadeta mirovên leheng ên di vî şerê dîrokî de me diêşîne. Lê belê ev rastiye hê bêtir rastiyek e ku her nirxek ku were bidestxistin wê bê berdêl bi dest nekeve û ev rewş bi qasê ku diêşîne, cihê serbilindiyê, di heman demê de çavkaniyeke me yê mezin ê rûmetê ye jî. Ji ber ku armanc e, mezinahiya armancê ye û rastiya ku mirovan dike mirov e. Tê zanîn ku kesên ku ne xwedî îdealên bilind û armancên mezin bin, nikarin li hember tu dijwariya vî şerî bisekinin. Armanca mirov çiqasî mezin be, mirov ew qasê xwe mezin û bilind dike, Mezin dibe û mafê bûyîna karkerê riya evînê qezenc dike. Kesê ku evîndar dibe ew kes e ku her dem dizane ku çawa xwe fedayê doza ku jê hez û jê bawer dike bike. Ji ber vê yekê navê armanc, hedef, çalakî û dilsoziya wê dibe karkerê rêya evînê. Ew kêşer e, balkêş û bi bandor e. Rêheval Xemgîn karkerekî mezin ê kedê ya rêya evîn û egîdiyê bû ku dilê xwe ji bo azadiya mirovatiyê feda kir. Ew nîşaneya kedê bû û bi jiyana xwe xwedî helwesteke mînak ji bo her kesî bû. Zanabûna kedê di kesayetiya wî de vediguherî jiyanê û jiyanê jî pîroziya kedê mezin dikir.

BI DILÊ XWE YÊ ZAROKANE JIYA, DA JIYANKIRIN

Navê wî Xemgîn bû, lê di nava jiyanê de bi coş, kelecan û helwesta xwe ya sempatîk karî her tim ji bo hevalên xwe bibe çavkaniya moralê. Belkî jî çavên wî yên bi safbûyîna zaroktî, îşareta temamkirina zarokatiya ku di nîvê de mayî bû ku nîşanî her kesî dida. Wî carekê got, “Xeyalên min ên zarokatiyê pir kêm tên hişê min.” Lê haya wî jê hebû ku dijminekî wî yê zarokatiya wî dizî û asteng kirî heye. Haya wî hebû ku ew endamê gelekî ye ku tê xwestin ziman, nasname û dîroka wê bê jibîrkirin. Û wî dizanibû ku ji bo zarokên ku di şert û mercên mêtingeriyê de mezin bûne zehmet e ku xewnên xwe pêk bînin. Lê tevî ku ne zarok bû jî, di pêvajoyên mezin û gihîştî de di dilê xwe de xeyalên zarokên Medyayî zindî dihişt. Karîbû her kêliya jiyana xwe, her kêliya ku di nava xwe de parvekirinên baş dihewîne, her kêliya ked, qencî û rastiyê bi dilê zarokekî çawa bijî û zindî bihêle. Bi taybetmendiyên xwe yên durust, gihîştî, fedekar, ked û xebatkariyê, bîranînên ku jiyana gerîla watedar dikirin, karî bijî.

BERXWEDÊREK BÛ KU LI AMEDÊ ŞOPA XWE HIŞTIYE

Rêheval Xemgîn zarokê Amedê bû. Bi guhdarkirina çîrokên Kemal, Hayrî, Akîf, Stêrka Sor Alî, bedewiya xwebexş a çalakiya Çaran û çîrokên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ku li Zindana Amedê digot “Berxwedan jiyan e” mezin bû. Berxwedêrekî ku şopa xwe li bajarê Amedê ku her kolaneke wê bêhna berxwedanê jê tê, hiştî ye. Her gava ku li ser kevirên bazalt ku bêhneke kûr didin welatparêziyê diavêt, dilsoziya wî ya ji Amedê re zêde dibû û vê dilsoziyê bi qasî biryardariya wî ya têkoşînê mezin û pîroz dikir. Dema li kuçe û kolanên Sûrê dimeşiya, heyranê hemû bereketên dîrokê dibû, dêrên Keldan, Suryan û Ermenan li kêleka hev in. Gava guh dida dengê zengilê, pê dihesiya ku hatiye vaftîzkirin. Digot dema li meydana li ber Mizgefta Mezin li ser kursiyê rûdinişt û çaya qaçax vedixwar, oksîjena paqij digirt. Dema ku ji wir ber bi rêya Deriyê Mêrdînê dimeşiya, hêrsa gelê xwe ya li hemberî dijminê Vedat Aydin, lawê birûmet ê Amedê ku li hemberî zaliman serî netewand, hîs dikir. Ji Birca Keçikê heta Baxçeyên Hevselê bi xeyalên dûr û dirêj çêdikir û çalakiya Zekiye Alkan bi mizgîniya Newrozê dianî ber çavên xwe. Di Hevsel û Çemê Dîcleyê de bidîtiba ku wan şahidî ji Mustafa Malçok re kirine. Dema dihat kolana Melîk Ahmet, ew ê bibûya zarokekî ku di ruhê xwe de neheqiyê qebûl nake û kevir komî nav destê xwe dikir da ku biavêje panzeran.

ZANABÛNA XWE DI ZINDANÊ DE QEZENC KIR

Rêheval Xemgîn ku di malbateke welatparêz-demokratîk û ronakbîr de hat dinê, di temenê xwe yê mezin de dijminê xwe yê ku li ser gelê Kurdistanê polîtîkaya zext, zordarî, êşkence û qetlîamê dimeşîne nas kir û ji bo cihê xwe di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bigire, piştî 11 sal xwendinê dest ji dibistana ku mirovan ji sîstema mêtingeriyê re kedî dike berda û tevlî bû. Demekê di nava xebatên ciwanan de ma, di Tevgera Meclîsa Taxa Welatiyê Azad, partiya siyasî û Kovara Ozgur Halkê de xebitî. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hate destgîrkirin û du caran hate girtin. Bi tevahî 4 salan di zindanê de ma. Her tim qada zindanê weke akademiya PKK’ê ya lêgerîna koka xwe bi nav dikir. Zîndan ku cihê têgihiştina kûr a dijmin e, hêza îdeolojîk da wî û alikariya wî kir ku taybetmendiyên bingehîn ên milîtantiyê bi dest bixe. Wî hewl da ku bi karanîna baş a her kêliya vê deverê re hewl da bikeve ferqa xwebûniyê. Di rasteya bidestxistina zanabûna dîrokî de, dîroka gelê xwe datîne cewhera asta têgihîştina xwe û bi perwerde û lêhûrbûna hundirîn ve ket zanabûna rastiya xwe ya netewî û civakî.

HER ZAROKÊ AMEDÊ XEMGÎN NAS DIKIR

Rêheval Xemgîn zarokê Amedê bû. Piştî ku ji zindanê hat berdan, di navbera salên 2012-2013’an de dema xebatên qada civakî dikir, karî demên herî xweş ên şoreşê bijî. Her cara ku li derî dixist, bi hezkirin û hurmeteke mezin dihat pêşwazîkirin. Her zarokekî Amedî teqez Xemgîn nas dikir û teqez silaveke wî ji wê/wî re hebû. Helbet wê maçek li rûyê zarokan bida. Xemgîn wê bibûna zarok, zarok wê bibûna Xemgîn. Di xebatên ku birêve dibir de teqez hewl dida ku ruhê têkoşînê fêrî ciwanan bike. Wê ciwan bibûna Xemgîn û Xemgîn jî bi ruhê ciwantiyê bi ser pêvajoyê de biçûba. Ji ciwanan re dida fêmkirin ku têkoşîn û berxwedan yekane rêya pêkanîna şoreşê ye ji bo ciwanên Kurdistanê. Nêzîkatiya wî ya dilnizm a li hemberî ciwan, zarok, malbat û hemû civakê bandorek erênî li ser her kesî çêkir û xwe anî rewşekî ku ji aliyê her kesî ve bê hezkirin.

ÇIYA RENGDANA HESRETA WÎ BÛ

Di van deman de her ku çû êdî qada têkoşîna civakî û siyasî teng û deşîfre bû. Ji bo ku nekeve destê dijmin, diviyabû biçûya qadeke nû ya têkoşînê. Ji bilî çûna çiyayên Kurdistanê û gerîla ku temînata herî pîroz a azadiyê ye ti rê nemabû. Bi vî rengî di mehên dawî yên sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azadiyê û tevlî nava refên gerîla bû. Têkoşîna Xemgîn êdî li çiyayan dest pê dike.

Çiya bûne rengdana herî xweş a hesretên wî. Çiya, ku evîna wî ya ji bo heqîqeta azadiyê bi dengekî hêdî vedigot, di lûtkeyên xwe de veşartibû. Dilê wî aram û rehet bû. Ji ber ku ew li cihekî bû ku bi awayekî azad evîn, dilsozî û hesreta xwe ya ji bo heqîqeta azadiyê îfade dikir. Êdî Xemgîn dibû yek ji wan kesan ku ala rûmetê li lûtkeyên çiya çandin. Her dara çinarê, zinar û patîkayên çiyayan çavrêtiya wî dikir.

Pir ji gotina stranan hez dikir û her ku civateke hevalan ava dibû zindîbûnî dida vê civatê. Di nav stranên gelêrî de wî herî zêde ev stran gotiye; “Ji Kurdistanê silav ji hemû cîhanê re silav/ Ji welatê min silav heye ji hemû çînên kedkar re / Silav ji proleteryaya Tirkiyeyê re / Bi dengê çekan sirûdên enternasyonal tên lêxistin/ Silavan dibêje PKK, ji hemû cîhanê re silavan dibêje/ Em bi coş ber bi serkeftina jiyana hemdem ve dimeşin.” Vedenga stranên ku wî digotin bilind dibûn serê çiyan. Dengê wî ji hemû tenêtiyan re û kesên bêhêvî re dibû hêvî û girseyî dibû.

LI PEY XWE BÎRANÎNÊN XWEŞ HIŞT

Niha wê hemû zarokên Amedê xebera şehadeta Xemgîn bibihîzin. Û gava lîstikên xwe dilîzin, wê bi destên wan di bêrîka wan de, bêçare û vala li dawiya kolanan binêrin. Dibe ku bi hêviyên mezin a “wê dîsa bê û emê lîstikê bilîzin” bê navber li têketina kolanê temaşe bikin. Zarokên Medyayî civaka xwe bi lîstokên ku wê li ser Xemgîn ava bikin bilîstibana. Malbatên ku di her pêvajoyeke dijwar de deriyên malên xwe vedikin, niha jî nûçeya xemgîniyê ji televîzyonê digirin. Wê dilê Dayikên Laçik Spî biêşe. Wê gotina “zarokê me hat” ya dema diçû mala her dayikekê bê bîra wan dayikan. Wê niha xemgîniyeke kûr bikeve nav kolanên Amedê yên ku bi kevirên bazaltê hatine çêkirin. Lê niha Xemgîn dibe yek ji wan kesên ku ala rûmetê li lûtkeyên çiya diçînin. Ew dibe yek ji wan kesên ku navê wî li ser rûpelên lehengên azad ên dîrokê hatiye nivîsandin. Dibe şervanê egîd ê Rêber Apo yê di Cem a heq û heqîqetê de bi pêş ve diçe û ji bo ku em bibin mirov şalê derwêş li xwe dike. Ji çiyayên welatê xwe, ji kevirên wê, ji avên wê, çivîkên wê, perperîkên wê, marên wê, dûpişkên wê, darên çinarên wê û zinarên wê xatirê xwe dixwaze. Bîranînek li dû xwe dihêle ku her kesî vedixwîne ku dilnizm bin, bi keda xwe tevlê bibin û xizmetkirina gel wekî îbadetekê bihesibînin.

Rêheval Xemgîn ku di dema mana xwe ya li çiyê de hin berpirsyarî û erk girt ser milê xwe, ji bo ku her erka girtî ser milê xwe bi ruhê milîtaniya Apoyî bigihîne serketinê kedek mezin dida. Ev hewldana wî ya bi rûmet ji aliyê hemû hevalên wî ve bi nirxdayîneke mezin ve dihat pêşwazîkirin. Xemgînê ciwan êdî dibe Xemgînî û şahiya çiyayan. Rêheval Xemgîn ku 5 sal li çiyê di nava têkoşîneke çalak de cih girt, di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst a 10’ê Tîrmeha 2018’an de bi 2 rêhevalên xwe re tevlê karwanê şehîdan dibe.

Pêkanîna daxwaz û armancên rêheval Xemgîn û hemû şehîdên me peywira me ya bingehîn e. Sonda me ye ku em li welatekî azad bi Rêberekî azad re bên ba hev. Careke din serê zarok û gelê Amedê û malbatê sax be.

* Xemgîn Amed (Yildiray Arslan) ê ku li gel hevrêyên xwe Alî Kanîroj (Mehmet Reşît Turgut) û Helgurt Bagok (Celal Ozlûk) ku di xebatên Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê yên ji bo danasîna têkoşîna azadiyê ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji hemû cîhanê re cih girt di êrîşa artêşa Tirk ya 10’ê Tîrmeha 2018’an pêk anî de şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv