Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pûtîn û Reîsî Erdogan destvala hişt

Çavê her kesî li civîna sê alî ya Rûsya, Îran û Tirkiye ya bi mijara çareseriya pirsa Sûriye ya li Tehranê bû. Bi taybet Tirkiye li bendê bû ku bi encam ji Tehranê vegere.

Di vê demê de ku Erdogan û hikûmeta faşîst a qirker li bendê bû ku hemû hewldanên wê ew e li Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşeke din a dagirkeriyê, bi taybet jî li Minbic û Til Rifet ku yek ji xalên stratejîk ên herêmê ne, bike. Lê ji ji bo vê divê çend aliyan razî bike. Destpêkê berê xwe da Emerîka û NATO encama xwest bi dest nexist û piştre jî ji bo aliyê Rûs û Îranê qanih bike, bi bayê lezê çû Tehranê.

Ev sê alî li Tehranê li hev civiya. Erdogan bi amadekariyek pir baş û nîvê kabîneya xwe dabû dû xwe û çûbû. Em binêrin kî bûn li gel Erdogan berê xwe dabûn Tehranê ji bo her lihevkirinê amade bûn.

Wezîrê Parastina Mîllî ya Tirk Hûlûsî Akar, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû, Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawîşoglû, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Nûreddîn Nebatî, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayê Fatîh Donmez, Wezîrê Spor û Ciwanan Mehmet Mûharrem Kasapoglû, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Mûş, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mûstefa Varank, Serokê Peywendiyan a Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan amade bûn.

Bi vê yekê mirov dikare nirxandinek din ji bo vê bike, Erdogan bi vê tabloyê mirov dikare bêje tenê ji bo armancên xwe bi dest xwe ve bîne, hemû kabîneya xwe biribû ku bikare bide nîşandan ji bo çi em li hev bikin va hemû amade ne, em dikarin li ser li hev bikin. Tevî hemû vê hewldana Erdogan tişta hêvî dikir bi dest nexist.

Di civîna Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney de Erdogan û kabîneya li gel xwe birin derba yekem xwarin. Xamaney anî ziman ku her êrîşa li ser Sûriye pê were wê zirarê bide wan û got: “Her tevgera li Bakurê Sûriyeyê pêk were, wê zirarê bide Sûriye, Tirkiye û herêmê. Pirsgirêka Sûriye bi muzakereya bi Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê re, bi diyalogê dikare were çareserkirin.”

Her wiha Serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn ê heta niha di gelek mijaran de bi Tirkiye re li ser mijara Cerablûs, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi Tirkiye re li hev kir vê carê peyamek cuda da û got: “Divê rê bê dayîn ku Sûriyeyî li ser siberoja xwe biryarê bigirin. Ji bo siberoja Sûriyeyê, Sûriye bi xwe li nava xwe li hev bikin. Li Sûriyeyê hewldanên me yên hevpar ên dijî terorê wê dom bikin.”

Li vir Xamaney bal kişand ser parastina serweriya xaka Sûriyeyê û dîsa mijara navxwe ya li hevkirina di navbera aliyên Sûriyeyê de. Ji ber ku em dibînin di demekê de ku gefa Tirkiye ya êrîşan zêdetir bû, aliyên Kurdan ragihandibû ku di hinek mijaran de li hev kirine û heta dîsa Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Miqdad jî li Tehranê bû. Gelo li ser vê mijarê bi El Miqdad re civînek hate kirin, hinek tişt li ser li hev kirine yan na nayê zanîn? Lê ya li ber çavê her kesê vekirî diyar bû, Tirkiye tişta dixwest bi dest nexist û destvala ma.

A balkêş li vir çi bû ku hem Îranê û hem jî Rûsya Tirkiye destvala hişt. Mirov dikare bêje aliyek şerê Rûsya ya li gel Ukranya û dîsa hemwextî wê bikaranîna balafirên Bayraktar a Tirkiye ya di şer de bikaranîn û dîsa ji hemûyê girîngtir Tirkiye endamekî çalak ê NATO’yê ye û di mijara Sûriye de tim du alî rol girt û lîst. Ev yek bandor li vê hevdîtinê dawî dike. Tirkiye dualî tevgeriya û ji ber wê winda kir. Dîsa mijara çeteyan a li Idlib û dîsa deverên din heye.

Her wiha aliyê Îranê jî piştî civîna li Cidde ya bi pêşengtiya Emerîka û Siûdî pêk hat, di gelek aliyan de ji bo ji nû ve avabûna Iraqê û dabînkirina pêwîstiyên wê lihevkirin pêk hatin a ji hemûyê girîngtir jî girêdana wê ya bi Kendavê û dabînkirina enerjiyê ji bo Iraqê ye. Eger ku ev li hevkirin pêk were, bikeve meriyetê wê Iraq elektirîka xwe û gelek pêwîst din ji welatên Ereban dabîn bike û ev jî wê darbeyek mezin li Îranê bixe. Ew bûdceya ji bo vê biçe ji bo Îranê wê neçe. Ev jî wê ambargoya li ser Îranê girantir bike.

Em ji vê hemûyê fam dikin ku çareserî navxwe nebe, destê derve wê tim bi nakokî û kambaxî be. Ji bo wê yekê ye ku zêdetir mudaxilbûna Tirkiye ya xaka Sûriye û herêmên din ziyanê ne tenê dide wir, hemwext dide hevkarên wan welatan jî. Ji bo wê yekê ye, divê êdî rêgiriyek ji bo Tirkiye bê danîn. Ew jî bi reng û rêyên nû û helwestên ciyawaz tên nîşandan.

Tirkiye di vê civînê de mijarên xwe yên berê dubare kir û xwest destûra êrîşekê bê dayîn. Ev yek pêk nehat. Gelo ji niha û şûnde wê Tirkiye li ser mijara Sûriyeyê çi bike ne diyar e. Lê ya diyar ew e ku heta niha êrîşên bi top, dron û çeteyan wê bidomîne. Dibe destûra operasyoneke bejahî negirtibe, lê ev yek nayê wê wateyê ku êrîşan neke, wê bi destê çeteyan û dîsa bi hewan û dronan li welatparêz û xelkê herêmê bixe.

Li vir Emerîka jî wê zêdetir rolek çawa bilîze û nêzîkatiyek çawa li ber Tirkiye jî raber bike ne diyar e. Wer xuya ye her tişt weke berê nabe. Denge û kartên heyî wê wisa rehet li ber hev weke şantaj zêde sûdê negire.

Li vir xala herî dawî ew e ku gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe ve ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya parastina xak û kerameta xwe ye. Çi bibe, çi guhertin bibe teqez wê bi helwest û berxwedana wan diyar bibe. Ji bo wê biryardarî û xurtkirina têkoşînê ya bi hemû ol û bawerî û pêkhateyên li herêmê wê serketinek baştir be. Çareseriya Sûriye bi Sûriyeyê re baştir e bi dewletek dagirker a mîna Tirkiye ku dîroka wê li ber çav e. Ji bo wê helwesta heta niha divê neyê guherîn û xurtir dom bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv