Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo qala 15’ê Tebaxê dike

 

SALVEGERA 37’AN A 15’Ê TEBAXÊ
RÊBER APO QALA 15’Ê TEBAXÊ DIKE

Pêngava 15’ê Tebaxê ya kesî pêşbîniya wê nedikir, li Rojhilata Navîn rê li ber qonaxeke nû vekir û encamê wê gelekî mezin bû.

Rêber Apo di parêznemaya pêncan a bi navê “Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de, bi awayekî berfireh qal dike.

Pêngava 15’ê Tebaxê û sala wê ya pêşî, herçiqasî pêşbîniya wan bê kirin jî bi awayekî vebirr haya sîstemê jê tine.

Nikarîbûne pêşbîniya wê bikin ka wê ber bi ku ve biçe.

Me bi xwe jî nikarîbû vê pêşbîniyê bikin. Ji sedî sed diyar e ku rê li ber qonaxeke nû vedike.

Tevahiya sala 1985’an, nexasim hêzên ewlekariya hundir a Tirk, hêzên NATO û Gladîo’yê encamên wê guftûgo dikirin.

Rêber Apo qala heyecan xwe ya kêliyên wê demê dike û bi bîr dixe ku pêngav bi derengî pêk hatiye û dibêje, ya girîng ew bû, ev pêngava eskerî ya cara pêşî bi rêk û pêk hatiye bihata mezinkirin û domdarkirin.

Rêber Apo ji çalakiyê zêdetir, îşaret bi maneya wê ya dîrokî û aktuel dike û wiha dibêje:

Gladîoya Tirkiyê şopên dawî yên şoreşgerên Tirk bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê jê biribûn.

Pêngava 15’ê Tebaxê di nava hesaban de tinebû. Dema pêk hat jî weke sergermiyeke ji rêzê ya çepgiran hat fêhmkirin.

Yeqîn kirin ku wê bi hêzên klasîk ên artêş, polîs û îstîxbaratê ji heqê wê bên. Lê ji ber ku di nava du salan de nikarîbûn bi dawî bikin, mesele çû ber destê NATO’yê.

NATO’yê li gorî xala pêncan a qanûna damezrandinê di sala 1985’an de biryara destwerdanê da.

Ji ber vê biryarê, dewleta Alman di heman salê de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir.

Ji sala 1985’an ve jî bi awayê xuya dikir qaşo me bi hêzên dewleta Tirk re şer dikir.

Ya rastî, me şer bi Gladîo’ya NATO’yê re dikir.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayê xuya dikir eskerî bû, lê bi xwe pêvajoyeke aliyê wê yê bêhtir polîtîk dabû destpêkirin.

Kesayeta civakî, afirêneriya ferd, hêza rêxistinî, civakbûna neteweyî û azadiya jinê xwe bi vê pêngavê re bêhtir rave dikirin.

Rêber Apo di parêznameya xwe de qal dike ka 15’ê Tebaxê di civaka Kurd de çi guhertine û dibêje,

Beriya her tiştî tinekirina Kurdan hat rawestandin, xwenenasî bi dawî bû, polîtîkayên îmha û înkarê û encamên wê hatin pûçkirin.

Pêngav bi giranî bi ser ketiye. Ango Kurdîtî ji nû ve dipişkive, derdikeve rûyê erdê, dibe diyarde û realîteyek e ku ji aliyê Kurdan bi xwe ve tê qebûlkirin.

Ev rastî, li qatê dewletan jî hatin qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv