Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Li tevahiya cîhanê wê êdî serdema gerîla destpê bike’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
LI TEVAHIYA CÎHANÊ WÊ ÊDÎ SERDEMA GERÎLA DESTPÊ BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê, ji malpera înternetê ya PKK’ê re nivîsek nivîsand.

Duran Kalkan pêngav li Rêber Apo, şehîdan, gelê kurd û gerîlayan pîroz kir û bandora 15’ê tebaxê wiha nirxand:

Her kesî digot ‘Kurd qediya, mir’.

Dewleta Tirk digot, ‘Min Kurd binax kirin, beton li ser rijand’.

Niha jî ji cihê ku beton li ser Kurdan rijand, civakeke ku beton parçe kir û ji nû ve vejiya, hate afirandin.

Der barê gerîlatiya serdemê jî Duran Kalkan îşaret bi xurtbûna têkoşîna gerîla kir:

Li tevahiya cîhanê wê êdî serdema gerîla dest pê bike

Pirs ev e: Gelo gerîla dikare ji vê bêhtir bike? Belê, dikare.

Xeta Rêber Apo vê yekê nîşan dide.

Rêber Apo got, ‘Ev hîn destpêk e, hûn li ya ji niha û pê ve binerin’.

Ya heta niha hate kirin dikare weke destpêkê bê dîtin.

Biryardarî bidome ev xeta lehengiyê, fedayîtiyê bê dewamkirin, encamên qat bi qat zêdetir wê derkevin holê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
PÊNGAVA ŞOREŞA AZADIYÊ YA RÊBER APO DEST PÊ KIRIYE

Duran Kalkan destnîşan kir ku xeta azadiyê ya Apoyî wekî pêngava şoreşên mezin ên dîrokê destpêkeke xurt ava kiriye.

Destpêkeke xurt çêkiriye û hêza bingehîn a vê şoreşê pênase kiriye.

Gerîla vejîneke nû dike, pêngaveke nû ya 15’ê Tebaxê dide destpêkirin.

Beriya 37 salan tenê xwecihî bû, tenê ji bo Kurdistanê bû, tenê ji bo Bakurê Kurdistanê bû.

Lê niha ji Kurdistanê jî wêdetir bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
DIVÊ HER KES TEVLI VÊ PÊNGAVÊ BIBE Û TEVKARIYÊ LI ŞOREŞA PÎROZ BIKE

Duran Kalkan behsa dijwariya pêvajoyê û erka dikeve ser milê gel, ciwan û jinan jî kirin:

Rêber Apo got, ‘me ji sifirê dest pê kir’.

Rêber Apo niha Kurdistan kiriye hêza pêşeng a cîhanê.

Ji vê wêdetir ji Rêber Apo çi dikare bê xwestin! Wezîfeya xwe bi ser xistiye.

Niha divê xwedî li vê wezîfeyê were derketin û bê pêşvebirin.

Wezîfeya ciwanên Kurdistanê ev e, ciwantiya Apoyî bi vî rengî dibe.

Her kesên van dersan fêhm bike wê bibe hêzeke mezin a têkoşînê.

Divê her kes demê baş binirxîne, xwe zû perwerde û amade bike, tevli vê pêngava mezin bibe û tevkariyê li şoreşa pîroz bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv