Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Gelê Kurd bi pêngava 15’ê Tebaxê re ji mirinê rizgar bû û rabû ser piyan’

 

SALVEGERA 37’AN A 15’Ê TEBAXÊ
RÊBER APO: GELÊ KURD BI PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ RE JI MIRINÊ RIZGAR BÛ Û RABÛ SER PIYAN

Gelê kurd li çar aliyê cîhanê bi heyecaneke mezin salvegara 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dike.

Her çend 15’ê Tebaxê di bin Ferrmandatiya Egîdê nemir de li dijî tinebûnê ji bo hebûnê fîşeka yekem hat teqandin jî gelek aliyên wê yên din jî hene.

Jixwe di analîzên rêveberiya Tevgera Azadiyê de jî bêhtir aliyê wê yê polîtîk tê destnîşankirin.

Ji ber vê jî Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRK weke Yekîneyên Çekdarî ên propagandayê tên binavkirin.

Rêber Apo di parêznameyên xwe de ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta 15’ê Sibata 1999’an analîz dike û îşaret bi guhertinên di civaka Kurd de dike.

Hebûna çandî ya Kurd bi Pêngava Tebaxa 1984’an di şer de hat ceribandin, bi gelek bûyerên qehremaniyê geşbû û zindîbûna xwe îspat kir.

Eger xeta îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê û şerê gel ê jê re pêşengî kir rast nebûya, dîrok û çanda Kurd rast nîşan nedabûya, Kurdan ê nikarîbûya hebûna xwe bidomanda.

Jixwe di wê demê de gelek kom û kesayet bi heman îdeayan nêzî pirsgirêkê bûn, lê ji ber ku hemû li dîrok û çanda Kurd rast xwedî derneketin ji tesfiyebûyînê rizgar nebûn.

PKK di salên heftêyî de weke nerazîbûnekê derket holê û bû tevgereke xweparastinê ya gelê kurd û gelên li rojhilata Navîn.

Ji lewra jî di destpêkê de tenê bi kadro û sempatîzanan dimeşiya, lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re gel jî xist nava xwe û bi vî awayî berê xwe fireh kir.

Tevger veguherî şerê xweparastina gel û lewma bû hedefa êrişên bi plan ên hêzên hegemonîk ên pêwendîdar, nexasim hêzên NATO-Gladîo.

Bi tevahî hêzên ditirsiyan ku Kurdên li Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bibin xwedî gotin û tewazunên li herêmê serûbinî hev bikin, li pişt van êrişan cih girtin.

Lê tevî vê jî van şerên berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan.

Rêber Apo îşaret bi kêmasiyên teknîkî û taktîkî yên pêngavê dike, lê balê dikişîne ser encama rê lê vekiriye û weha dibêje;

15’ê Tebaxê di rastiya Kurd de gelekî holan da. Kurdên em li wan digeriyan hêdî hêdî xwe nîşan didan, tevî aliyên xwe yên neyênî hemûyan, ref bi ref tevlî dibûn.

Komên muzîk û hozanan pirr dibûn, hejmara dostan zêde dibû. Min xwe ji tenêtiyê rizgar dikir û ez civakî dibûm.

Rastiya heqîqetê ya bi hesreta wê bûm, heqîqeta rastî bi hêz dikir.

Di van salan de hozan bi xwe dihatin deverên gerîlla lê bûn, di Newrozan de li deverên kamp hebûn ji deh hezaran zêdetir girseyên gel kom dibûn û vê têra xwe rewşa vejînê îfade dikir.

Ev jî hatin dîtin

Panîk û reva leşkerên artêşa Tirk

Stêrk Tv

HPG dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand

Stêrk Tv

Fermandar Amed Malazgîrt: Dagirkeriya dewleta Tirk wê li Zapê bişikê

Stêrk Tv

Hakî Armanc: ‘Di her gavê de wê têk biçin!’

Stêrk Tv

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet de agahiyên giring dan.

Mustafa

Amed Malazgirt: ‘NATO’yê çekên qedexekirî dan dewleta Tirk’

Stêrk Tv