Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê hîna sê endamên RJAK’ê bernedan

 

PDK JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSE
ENDAMÊN RJAK’Ê HÎNA JÎ BERNEDANE

Li Kurdistanê civakbûn, Têkoşîna azadiyê, guhertin û veguhertin li dora jinan pêş dikeve

Hêzên jinan bêdeng bikin, dikarin tevahî civakê jî teslîm bigrin.

Lewra hêzên desthilatdar ji bo şikandina vîna jinan her dem di nava êrişan de ne.

Girtin, kuştin, êşkence dibin rêbazên wan ên şerê taybet ên li ser jinan.

Li Başûr kurdistanê desthilatdariya PDK’ê jî di her firsendê de êrişê dibe ser jinên xwedî helwest û çalakvan.

Yek ji van bûyeran di 7.emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya li ser Êzidiyan de rû da.

Şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK’ê ji bo piştgiriya xwe ya bi Êzidxanê re bidin nîşandan beşdarî bîranîna şehîdên fermanê bûn.

Lê dema vegeriyan asayişa PDK’ê Endamên RJAK’ê Xewla Mihemet Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmet Hesen di ketina Hewlêrê de kirin bin çavan.

6 rojin çavê endamên RJAK’ê, malbat û zarokên wan, raya giştî ya Kurd li rêya her sê jinan e.

PDK’ê heta niha di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

PDK’Ê HÎNA SÊ ENDAMÊN RJAK’Ê BERNEDAN
ŞEHÊN MIHEMED: PDK LI DIJÎ XETA TÊKOŞÎNA AZAD XWEDÎ STRATEJIYA DEWLETA TIRK E

Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir, ya PDK dike li dijî mafê mirovan e.

Şehên Mihemed bal kişand ser komkujiyên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kirin û got: ‘kiryarên PDK yên li dijî Şengalê xizmeta gel nakin.”

PDK’Ê HÎNA SÊ ENDAMÊN RJAK’Ê BERNEDAN
SOMA FERHAD: EM Ê JI BO MAFÊ JINAN TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Endama RJAK’ê Soma Ferhad jî diyar kir, ew weke rêxistin tim ji bo mafê jinan çalakiyan lidardixin û ew ê ji bo endamên xwe jî bêdeng nemînin.

KOORDÎNASYONA KONGREYA STAR
‘DIVÊ PDK BI LEZ HER SÊ JINAN BERDE’

Li alîkî din têkildarî girtina her sê endamên RJAK’ê Koordînasyona Kongra Star jî daxuyanî da.

Kongra Star kiryarên PDK’ê yên li dijî yekîtiya Kurdan bibîr xist û xwest demildest her sê jin bên berdan.

Her wiha hate gotin, PDK ji jiyana her sê jinên siyasetmedar berpirsyar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv