Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gotinên Rêber Apo di hevdîtina bi riya telefonê beriya ku hatî qutkirin 26.03.2021

 

LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?
RÊBER APO: DEWLET BI TALÛKE TEVDIGERE, DIVÊ EZ BI BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIM

Hem tu hem jî dewlet şaşiyan dikin. Sebeba wê jî ev e; ev saleke bi ti awayî ti hevdîtin pêk nehatiye. Ev kirin, ne di hiqûqa dewletê de ne jî di hiqûqeke din de cihê xwe nîne. Hatina te gelekî şaş û bi talûke ye. Dewlet jî pir bi talûke ye. Ev tiştekî ne rast e. Heke hevdîtinek bibe, divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Nabe ku piştî salekê bi daxwaza wan hevdîtina bi telefonekê were kirin. Ya hûn dikin pir şaş e, dewlet jî bi şaşî tevdigere hûn jî şaş tevdigerin. Ev ne hiqûqî ye û ne rast e jî. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Di heman demê de ev yek gelekî bi talûke ye. Di ferqa wê de ne, bê hûn çi dikin? Dixwazim parêzerên min werin vir û hevdîtinê bi wan re bikim. Ev tiştekî hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vê derê me û wê ev pirsgirêk di paşerojê de bi çi rengî be? Ev pirsgirêk encex bi hiqûqê were çareserkirin. Çima nayên vê derê? Heke hevdîtinek bibe, divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ev rewş hem siyasî hem jî hiqûqî ye. Ev hevdîtin gelekî şaşe, ev ne hevdîtin e!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv