LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?
RÊBER APO: DEWLET BI TALÛKE TEVDIGERE, DIXWAZIM BI PARÊZERAN RE HEVDÎTINÊ BIKIM
Bi qasî salekê bû, ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk nehatibû û agahî jê nedihat girtin.
Birayê wî Mehmet Ocalan doh bi rêya telefonê bi qasî 4-5 deqeyan pê re axivî û telefon hat qutkirin.
Rêber Apo ji Mehmet Ocalan re wiha gotiye:
Ez vê yekê ti carî qebûl nakim, heke hevdîtinek bibe divê bi rêya parêzeran bibe.
Dewlet pirr bi talûke tevdigere û divê hûn di ferqa vê yekê de bin.