Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Rêber Apo bi berxwedaniya xwe komplo pûç kir’

 

Ji fermandarên YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn rojeke reş e û got, Tevgera Azadiyê ders ji dîrokê derxistiye, lewma planên dagirkeran têk biriye.

Ji Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger têkilî 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ”. Ji bo me, ji bo gelê Rojhilata Navîn, rojeke reş e” û bal kişand ser nêzîkatiyên dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê: “Di dîrokê de dagirker çawa xwestin têkoşîna gelê Rojhilata Navîn tune bikin, bi vî rengî li ser berxwedaniya gelê Kurd çûn. Beriya tevgera Apoyî, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derkeve, hareketên Kurd, têkoşîna gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê çêbûbûn.

Dijminê dagirker gel û civak Kurd qebûl nedikir, nake. Dewleta dagirker Îranê jî tu wext civaka gelê Kurd qebûl nekiriye, qebûl nake jî. Her tim bi rêbazên cuda xwestiye gelê Kurd tune bike, têkoşînên gelê Kurd ku çêbûne, xwestine ku wan asteng bikin û serkut bikin. Di perçeyên din ên Kurdistanê de heman rewş heye. Dema mijar dibe gelê Kurd, hemû dagirker dibin yek. Çawa li Bakurê Kurdistanê bi ser tevgerên Kurd de çûn, li Rojhilatê Kurdistanê jî heman tişt pêk hatin. Di dîrokê de ev zihniyet pir neguheriye û her tim li hemberî gelên ku dixwazin bi çanda xwe û li ser axa xwe bijîn, heman nêzîkatî raber kirine û vê rewşa xwe dubare û rojane dikin. Rengê xwe diguhere, şêwazê xwe diguhere, lê ji bo tunekirina gelê Kurd xwe her tim heman nêzîkatiy nîşan dane.”

Şevger diyar kir dagirkerên Kurdistanê nahêlin ku Kurd bi mafên xwe yên gerdûnî bijîn, bal kişande ser serhatiya Komara Mahabadê û got, ”Derketina Komara Mahabad ji bo gelan çi îfade dike, em dizanin, wana çi kir, Qazî Mihemed li sêdarê dan. Piştre jî gelek pêşengên gelê Kurd bi vî rengî qetl kirin û tune kirin. Bi tu awayî nahêlin ku gelê Kurd bi mafên xwe yên gerdûnî bijîn û her tim êrîşê dibin ser wan. Tevgera Azadiyê, ji van bûyerên di dîrokê de qewimîne, ders derxistine û bi fikr û felsefeyeke nû, têkoşîneke nû afirandine. Lê dema îro dinêrin careke din ev dewletên dagirker dubare dixwazin gelê Kurd ji holê rabikin, tune bikin, ji ber ku Tevgera Azadiyê, ji bo mafê gelê Kurd, ji bo weke civakeke azad bijî, têkoşîn daye destpêkirin û dagirkeriya li ser gelê Kurd û gelên din tê meşandin qebûl nake.”

Fermanadarê YRK’ê destnîşan kir hêzên komploger bi aramnca ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin komploya navnetewî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine lê Ocalan bi berxwedaniya xwe ev plan pûç kiriye.

Şevger got, ”Her çi qas dijmin bixwaze bi hemû hêza xwe, Tevgera Azadiyê tune bike jî ew ê nikaribe. Ji ber ku Tevgera Azadiyê, Tevgera gelê Kurd û gelê azadîxwaz e. Dema em dibînin, van dagirkeran çawa ku berê li hemberî pêşengên gelê Kurd nêzîkatî nîşan dane û kariye van hareketan ji holê rabike, fikirîn heman tiştî li hemberî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêk bînin, li ser vî esasî komployeke navnetewî pêk anîn û Rêber Apo esîr girtin. Lê encama ku derket nîşan da ku Rêber Apo û Tevgera Azadî weke yên berê nîne û ji berê zêdetir bi hêz dibe, ji vê rewşê em dikarin bêjin ku dagirker pîşman bûn. Ji ber ku sekn û berxwedaniya ku Rêber Apo li Îmraliyê meşand, hemû planên dagirker û qirkerên welatê me pûç kir. Fikirîn û nêrîna wan pûç bû. Tevgera Apoyî tevgereke wiha ye ku ji dîrokê ders derdixe , kêm û lewaziyên hatiye jiyîn baş tahlîl kiriye.

Di komploya 15ê Sibatê de destê hemû hêzên dagirkerên Rojhilata Navîn û cihanê tê de heye. Di vê de armanc ew bû ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna gelê Kurd ji holê rabikin. Lê dagirker û qirkerên gelê Kurd binketin. Gelê Kurd, berxwedaniyeke bêhempa meşand. Dema ku Rêber Apo hate girtin, belkî jî têkoşîna herî mezin a xwedî derketinê li Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, ev jî ji bo dagirkeran bû bersiveke herî mezin. Di van berxwedaniyan de gelek bedel hatin dayîn. Şehîdên mezin çêbûn. Em careke din van şehîdan bi bîr tînin û li hemberî wan bejna xwe ditewînin. Di hemû bajarên Kurdistanê de şehîdên ku çêbûne, em bi bîr tînin, ji ber ku vana derbeyeke mezin li dagirkeran da.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv