Bi banga Komîteya Kurdistanê nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevî bi hezaran Kurdistanî û Îtalyayî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de ku nûnerên saziyên Mîlano Soûdane, Berdevkiya Saziya Civakî ya Mîlano, Nî ûna Menos Mîlano, Rîfondazîone Comûnîsta Sînînsta Îtalîana, Lambeetta, Cantîere, fff, cub lê amade bûn, axaftin hatin kirin.

Qisekeran komplo şermezar kirin, xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe.

Di meşê de wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn.