Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rauf Karakoçan: ‘Dewleta Tirk rîskeke gerdûnî ye’

 

DEWLETA TIRK RÎSKEKE GERDÛNÎ YE
RAUF KARAKOÇAN / ANHA

Polîtîkayên desthilata faşîst a li Tirkiyê li herêma xwe pirsgirêkan derdixe û van pirsgirêkan ji asta herêmî heta asta gerdûnî berfireh dike. Eger neyê sînordarkirin, dê xetere li herêmên nû jî belav bibe.

Demeke dirêj êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastina yên Medyayê, kampa penaberan a Mexmûrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dewam kirin û pêşî li wan nayê girtin. Dema ku mirovên bêguneh ên li van qadan dibin hedef û tên kuştin, helwesta kor û ker û bêhestiyar a hiqûqa navneteweyî dewam dike. Heke bîlançoya êrişên li hemberî cih û warên sivîlan bihata çêkirin, dê bandora şer baştir bihata dîtin. Tevî ku Kurd bi şerekî qirkirinê re rû bi rû ne jî, ev şerê qirêjî nayê dîtin.
(…)

Tiştê ku li Efrînê rû da, mînaka herî şênber a terora dewleta Tirk e. Heta darên zeytûnê jî, li gel xweza û mirovan qetil dike. Gelo ma mafê gelê Kurd nîn e ku xwe biparêze? Ma tu çare nîn in? Heke mafê wî yê parastinê hebe, divê çawa be? Divê ev pirs bên pirskirin.
(…)

Rewşeke din a sosret jî ew e ku hêzeke hevkar û xiyanetkar a mîna PDK’ê jî di nava van polîtîkayan de cih digire. Di êrişên dawîn ên DAIŞ’ê de pêşmerge û sivîl hatin qetilkirin. Lê li şûna çek, alavên xwe ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bi kar bîne, li dijî PKK’ê bi kar tîne. Ji bo êrişên Mexmûr û Şengalê zemînekê datîne, xulamtiya dewleta Tirk dike. Sûcên PDK’ê yên li herêmê kêmî yên dewleta Tirk nîn nin.

Dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bûye pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn. Ji Sûriyê bigire heta Lîbya, Misir, Îmarat, Sûdan, Etiyopyayê ji bo ku hemû nakokiyên herêmî bikin sedema şeran çi ji destê wan tê, dikin.
(…)

Polîtîkaya sûdwergirtina ji hevsengî yan jî bêhevsengiyên Amerîka û Rûsyayê, zêde encamên mayînde nedanê, lê li herêmê bûye acizî. Pozîsyona wê ya wekî êrişkar, dibe sedema tevlihehiyên nû û xwedî wê ferasetê nîne ku van tevliheviyan safî bike. Tenê em nabêjin dijminatiya Kurdan Tirkiye ber bi têkçûnê ve biriye. Tevî ku hemû partiyên muxalîf heman tiştî nebêjin jî, bi xwe jî dibinin ku Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe.

(…)
Tevî ku ne tenê di nava sînorên xwe de zilmê dike, di heman demê de li derveyî sînorên xwe jî êrişên terorîstî dike, dewleta Tirk rastî tu cezayên navneteweyî nayê.

Ev hemû jî vê yekê nîşan didin; dîktatoriya li Tirkiyê ji bo cîhanê rîskeke gerdûnî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv