Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Başûrê Kurdistanê jî di xeterê de ye’

 

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DI XETERÊ DE YE
FEHÎM IŞIK / WELAT

Bêgûman, li ser hemû beşên Kurdistanê xeter heye. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser sê beşên Kurdistanê bênavber didomin. Roj derbas nabe ku herêmek, deverek neye bombebarankirin, kurdek neye kûştin. Lê divê em rastiyê ji çav nerevînin, xeteriyek mezin li ser başûrê Kurdistanê jî heye. Çi kes nikare bêje, li başûrê Kurdistanê sîstemek federalî heye, ew beş xwe ji dagirkeriyê xilas kiriye û xeterek nîne.

Belê, ala Kurdistanê li vê beşa welatê me li ezmana ye. Mixabin, ala Kurdistanê nav û nasname xelas kiriye, lê bi xwe re azadî neîna ye. Berpirsên vê yekê jî di serî de hukumeta herêma Kurdistan û du partiyên sereke, ango PDK û YNK ne.

Ji roja ewil ve em dizanin ku PDK û YNK ti car lihevnekirine. Tenê wekî ku lihevkirine nîşan dane. Hêzên pêşmerge nebûn hêzên giredayî hukumetê, her pêşmerge bi girêdayî partiya xwe tevgeriya.

Em dikarin hezaran tiştên ne li rê ji bo rêvebiriya başûrê Kurdistanê bêjin. Ne bi hev kirin, ne hiştin kurdên beşên din bi hev bikin. Li gel dewletên dagirker têkîliyên qirêj danîn û domandin. Xetera ku em behs dikin, ev têkîlî ne. Ji ber ku ev têkîlî hêz dida neyarên kurda, encamên referanduma serxwebûnê jî bi rêve neçû û vegeriya bû sedema koletiya kurda. Kerkuk ji dest çû.

Ev cûre siyaset gendeliyê mezin kir. Ji ber vê siyasetê xizaniya gel her çû zêde bû. Kurdên başûrî, ji ber vê yekê berê xwe didin sînoran. Li Belarûsê ji serma û seqeman jiyana xwe ji dest didin, li Merîcê, li Manşê dixeniqin. Ev 40 sal e kurd li başûrê Kurdistanê desthilatdar in, lê başûrî hatine wê raddeyê ku li Sedamê qatilên xwe digerin.

Mixabin, ev serdem bi me da nîşandan ku al tena serê xwe azadî nayne. Di hebûna al de dibe ku li ser nav û nasname xeterek tune be, lê li ser jiyan û azadiya însanan xeter didomin. Mixabin, ezmona ev 40 salî vê yekê bi me nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv