JI NAVENDA ÇAVDÊRIYA MAF MIROVAN RAPORA EFRÎNÊ
LI EFRÎNÊ DI MEHA ADARÊ DE JÎ ZILMA DAGIRKERAN DEWAM KIR
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR têkildarî sûcên li herêma Efrînê ya dagirkirî raporek belav kir.
Di raporê de tê diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk rojane binpêkirinên cûr bi cûr li dijî şêniyên herêmê pêk tînin.
Li gorî rapora SOHR`ê, di meha Adarê de li Efrînê navçeyên wê 21 sivîl ku 7 ji wan jin in hatine revandine û çarenûsa 14 kesan jî ne diyar e.
Rapor dide zanîn ku sûcên çeteyan li dijî şêniyên Efrînê ne tenê ji aliyê koma “Artêşa Nîştimanî” ve pêk tên.
Meclîs û desteyên ji aliyê dewleta tirk ve hatine avakirin jî dibin şirîkê heman sûcan.
Çavkaniyên ji nava Efrînê ji SOHR`ê re ragihandine ku ev meclisên dagirkeran bi biryarên derdixe dest datîne ser malê gel.
Li gorî van biryaran belgeyên wekaletê yên hikûmeta Şamê dane koçberên Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve nayên qebûl kirin û dest datînin ser milkê şêniyên herêmê.
Her wiha çeteyên koma “Siqûr Şam” a dewleta Tirk li gundê Qizilbaş ê navça Bilbilê ya Efrînê, zêdetirî 400 darên zeytûnan birîne.
Li aliyekî din, nivîsgeha aboriyê ya girêdayî çeteyên “Sûltan Mûrad” nêzî 60 zeviyên zeytûnan ên şêniyên herêmê yên li herêma Meydankê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, desteser kirine.
Li navçeya Şiyê jî, çeteyên “Furqeya Suleyman Şam El-Emşat” dest danîne ser gelek erdên çandiniyê yên şêniyên herêmê.