GEFÊN LI SER ŞENGALÊ DIDOMIN
GELÊ HERÊMÊ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVE
Hukûmeta Bexda û Rêvebiriya PDK’ê bi destwerdana dewleta tirk ve 9ê cotmeha 2020an li ser Şengalê peymanek îmze kirin.
Di peymanê de tê gotin ku divê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dawî li xebatê Asayîşa Êzdixanê bîne û YBŞ û YJŞ jî çekên xwe radestî hukûmeta Iraqe bikin.
Gelê Şengalê bi armanca betalkirina vê peymanê û naskirina statuya Şengalê li pêşiya Avahiya Êzidan 2’yê kanûna 2020’an dest bi çalakiya kon vedanê kir.
Ji wê rojê ve çalakî û berxwedana gelê herêmê didome.
Ji bo bicîhanîna peymanê gelek caran artêşa Iraqê xwest têkeve navenda Şangelê.
Lê her carê ev hewildan ji aliyê xelkê herêmê ve vala hat derxistin.
Herî dawî rêvebiriya Bexdayê ji bo bicîhanîna peymana ku Şengalî û gelê kurd weke bêyom binav dikin, heya 1ê Nîsanê dem dabû Rêvebiriya Xweser.
Li dijî vê tehdîdê Xelkê herêmê li gelek deverên Şengalê çalakiyên nerazîbûnê li darxistin û banga beltalkirina peymanê kirin.
Vê berxwedan û têkoşîna gelê Êzidî hişt ku artêşa Iraqê nikaribe wek ku dixwaze têkeve Şengalê.
Lê belê di vê navberê de dewleta tirk jî li gel PKDê dîsa zextan li rêvebiriya Bexdayê dikin da ku peymanê bicih bîne.
3’ê Nîsanê Wezîrê parastinê yê dewleta tirk Hulusî Akar çû Şirnaxê.
Di serdana xwe de wezîrê Tirk gef li Şengal û Mexmûrê xwarin û ji rêvebiriya Iraqe xwest ku peymana 9’ê Cotmehê pêk bîne.
Rêveberiya Xweser a Şengalê jî vê peymanê weke hewldanên fermaneke nû ya li dijî Êzîdiyan bi nav dike û dibêje ewê destura vê yekê nedin.