Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rapora mafên mirovan a Rojhilat: Di mehekê de 16 kolber û muxalîf hatin qetilkirin û darvekirin

 

RAPORA MAFÊN MIROVAN A ROJHILAT
DI MEHEKÊ DE 16 KOLBER Û MUXALÎF HATIN QETILKIRIN Û DARVEKIRIN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îran êriş, girtin, kuştin û darvekirina welatî, kolber û aktivîstan ji aliyê dewleta Îranê ve dewam dikin.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê der barê binpêkirinan de raporek belav kir.

Li gorî raporê li parêzgeha Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê êrişên li ser kolberan didomin.

Li gorî raporê di meha hezîranê de 5 kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin û 11 jî birîndar bûne.

8 kolber ji li herêmên ser sînor yên Newsud a Kirmaşan û Çaldirana bi Urmiyê jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine êşkence kirin.

Herwiha kolberek jî ji çiya ketiye û bi giranî birîndar bûye.

Di raporê de tê gotin herî kêm 7 kes li girtîgeha Urmiye û welatiyek xelkê Kirmaşan li girtîgeha Esfehan hatine darvekirin.

Di dewama raporê de wiha tê gotin;

Di meha hezîranê de herî kêm 30 welatî û çalakvanên Kurd li Sine, Urmiye, Kirmaşan ji aliyê Wezareta Îtalat û Supayê pasdaran ve hatine binçavkirin.

Ji wan 8 kes şandine girtîgeha Kirwan û yên din jî li girtîgehên hêzên ewlekariyê tên ragirtin.

Zarokek 16 salî a bi navê Jiyana Hisênî bi sucê alîkarî daye partiyek Kurd, hatiye girtin.

Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê ê bi navê Rêbîn Sine 14’ê Tîrmehê li gundê Jale yê Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de hate qetilkirin.

Hevjîna Rêbîn Sine, Ronahî Sine li ser qetilkirina hevserê xwe got ku Rêbîn li ser mijarên siyasî hatiye qetilkirin.

Jinek ciwan a bi navê Şekîba Bextiyar jî 4’ê Tîrmehê li Kirmaşan ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv