Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ramazan Olçen: 2021 Newroza Azadiyê ye 22.03.2021

 

2021 NEWROZA AZADIYÊ YE
RAMAZAN OLÇEN / XWEBÛN

Beriya mîladê di sala 612’an de bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq hat vêxistin. Ew agir tu carî venemirî û ev 2 hezar û 633 sal in her geş û gur dibe. Gel û civakên qedîm ên vê axê wateyên cuda li Newrozê dikin. Lê ji bo qewmê çiyê ji bo kurdan Newroz vejîn e, raperîn e, serhildan û berxwedan e.

Gelê kurd par ji ber pandemiyê nekarî weke salên borî meydanên Newrozê tijî bike. Lê îsal heyfa par jî hilandin û li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerandin. Salên borî Newroz çawa hatibû pîrozkirin ka em bi hev re hafizaya xwe teze bikin. Gelê kurd ji salên 90’î heya niha tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşeke mezin Newrozê pîroz dike. Newrozên ku ji salên 90’î heya niha hatine pîrozkirin, bi coş û rengîniya xwe di bîra mirovan de mane.

Cara ewil di sala 1991’ê de Newroz bi awayekî girseyî li Nisêbîn, Cizîr, Amed, Stenbol, Edene, Bismil, Kerboran, Pirsûs, Pasûr û Hênê hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku paxav bi qedexeyên dewletê nekirin, derabeyên dikanên xwe danîn û dibistan boykot kirin û daketin qadan. Wê demê dewletê êrişî Newroza Nisêbînê kir û 31 kes qetil kirin. Newroza 92’yan li gel astengên OHAL’ê jî bi girseyî hat pîrozkirin. Di êrişên tîmên taybet de, li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Êlihê û bajarên din 96 kesan jiyana xwe ji dest da. Newrozê ber bi dawiya salên 90’î ve ji aliyê partiyên siyasî yên demokratîk ve hatin organîzekirin. Li qadan bi coş hat pîrozkirin. Di serî de li Amedê, li temamiya bakurê Kurdistanê qadên Newrozê bûn qadên berxwedana li dijî faşîzmê.

Di sala 1999’an de piştî rêberê PKK’ê bi komployê teslîmê Tirkiyeyê hat kirin, Newroz ji aliyê dewletê ve dîsa hat qedexekirin. Lê gel wê salê ji bo hêrsa xwe ya li dijî komployê nîşan bide bi hêrseke mezin daket qadan. Di sala 2000’î de ku PKK’ê agirbest ragihandibû, li bajarên bakurê welêt bi sedhezaran meydan tijî kirin. 2002’yan bi milyonan kes li qadên Newrozê azadiya Ocalan qîriyan û ji bo çareseriyê bang kirin.

Newroza îsal jî bi ruhê serketina Garê hat pîrozkirin û kurd wê bi yekdengî azadiyê biqîrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv