Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Têkoşîna ji bo ronî pakiyê; Newroz 22.03.2021

 

GULÊ ALGUNERHAN / WELAT
TÊKOŞÎNA JI BO RONÎ PAKIYÊ; NEWROZ

Di serî de kurd û faris, gelek miletên li Rojhilata Navîn vê roja nû û hatina biharê bi awayekî pîroz dikin. Lê ya di vir de mirov balê bikişîne ser awayê pîrozkirina kurdan e. Ne ji ber ku kurd im vê yekê dibêjim lê bi rastî Newroza kurdan ji yên gelên din gelek cûdatir e. Bi taybetî jî di van 45 salên dawî de bi derketina tevgera azadiyê re kurd di xewa mirinê de careke din bi hebûna xwe hesiyan.

Li gel cejna çandî, wate û nêrîneke polîtîk da Newrozê. Şehîdê nemir Mazlûm Dogan piştî hezarê salan careke din ruh da berxwedana Kawayê Hesinkar û ciwanên li çiyayên Zagrosan. Di pey re Zekiya, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî… Di pey de Newroz û serhildana salên 90’î a li Cizîra Botan û Nisêbînê, di pey de Newroza bi heybet a li Amedê, li Akrê, Mahabad, Sine, Kobanê, Efrîn û Qamişlo…

Kawayê hemdem Mazlûm Dogan careke din çiraya Newrozê û têkoşîna li dijî Dehaqên hemdem geş kir. Lewma jî Newroz ji bo kurdan ne tenê cejn e. Newroz roja nû, biryardariya nû û dilsoziya nû ya ji bo geşkirina têkoşîna ronî û pakiyê ye. Vaye îsal jî Newroz û bihar hat. Bi hatina biharê re dilê me xweş û geş dibe, dilê zaliman jî tije tirs û xof dibe.

Ez behsa zalim û Dehaqên îro dikim! Behsa Erdogan û yên weke wî dikim! Van Dehaqên zalim ên serdemê ji biharê pir ditirsin. Ji ber ku dizanin wê ruhê Kawayê Hesinkar qadan tije bike, dizanin wê jinên berxwedêr bi xemla xwe reng bidin biharê, dizanin wê ciwanên çeleng bi heybeta xwe dengê Mazlûman bilind bikin. Û ew zalim pir baş dizanin gelê çiyê ne bê palûpişt e. Çimkî ciwanên hezarê sal berê ku li ser rêze çiyayên Zagrosan li benda mizgîniya Kawayê Hesinkar bûn, hîna jî di paşila wan çiyayan de ne. Weke her sal, ew ê îsal jî dinya alem tev ji biryardarî û dilsoziya kurdan a têkoşîna li dijî zaliman re şahidiyê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv