Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

QSD’ê encamên pêngava ‘Gurzê Gelan’ eşkere kir

 

 

QSD’Ê ENCAMA PÊNGAVA ‘GURZÊ GELAN’ EŞKERE KIR
QSD: 20’Ê ÇILEYÊ DAIŞ’Ê JI SÊ HÊLAN VE ÊRIŞÎ GIRTÎGEHA SÎNAA KIR

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi cîvîneke çapemeniyê bîlançoya pêngava Gurzê Gelan eşkere kir.

Endamên fermandariya giştî yên QSD’ê Newroz Ehmed, Mehmûd Berxwedan û endamê fermandariya giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn Siyamend Welat di dayîna daxuyaniyê de amade bûn..

Daxuyanî ji aliyê endama fermandariya giştî Newroz Ehmed ve hat xwendin.

Destpêkê behsa pîlana êrişa çetayên DAIŞ’ê ya li dijî girtîgehê hat kirin.

QSD’ê ragihand, ku gelek komên çete ji sê aliyan ve êrişî girtîgehê kirine û xwestine kontrola wê bi dest bixin.

QSD’Ê ENCAMA PÊNGAVA ‘GURZÊ GELAN’ EŞKERE KIR
‘DAIŞ HÊZA XWE JI DEWLETA TIRK Û DEWLETÊN HERÊMÎ DIGIRE’

Di daxuyaniyê de rola dewleta Tirk a di êrişê de hat destnîşakirin û wiha hat gotin.

Bê guman ev pîlana DAIŞ’ê berfireh bû û ne bi tena serê xwe bû.

Li gorî îtirafên çeteyan, ev kom ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Girê Spî hatibûn.

Wek beriya niha careke din rola dewleta Tirk a di êrişê de eşkere ye.

QSD’Ê ENCAMA PÊNGAVA ‘GURZÊ GELAN’ EŞKERE KIR
QSD: HEVALÊN BI QEHREMANIYEKE MEZIN RÊ LI PÎLANÊ GIRTIN

Li ser qehremaniya li dijî êrişa çeteyan hat kirin jî QSD’ê wiha got:

Di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaneke bi qehremanî nîşan dan.

Bi rêbazeke rêxistinkirî û xurt dor li girtîgehê girtin.

Paşê ji bo paqijkina çeteyan Pêngava Gurzê Gelan hat ragihandin.

Ji bo zerar negihîje mal û canê gelê me û zarokên di destê DAIŞ’ê de, şervanên me pir bi baldarî tevgeriyan.

Di encama fedakariyeke mezin de pêşî li pîlana çetayan hat girtin û êriş hat têkbirin.

Ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgeheke cûda hatin kirin.

QSD’Ê ENCAMA PÊNGAVA ‘GURZÊ GELAN’ EŞKERE KIR
QSD: BARÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê LI SER RÊVEBERIYA XWESER HIŞTIN

Di daxuyaniyê bêhelwestiya hêzên Cîhanê ya li dijî çetayên DAIŞ’ê jî hat rexne kirin.

Ji aliyê me ve têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi awayekî xurt tê meşandin.

Lê ev kar ne tenê li ser pişta rêveberiya xweser e.

Ji bo darizandina bi hezaran DAIŞ’iyan divê zemînek navdewletî bê avakirin.

Ev çiqas bi derengî bikeve wê ewqasî DAIŞ jê feydê bibîne.

Em bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dikin ku destek bidin rêveberiya xweser..

QSD’Ê ENCAMA PÊNGAVA ‘GURZÊ GELAN’ EŞKERE KIR
QSD: DI SERÎ DE GELÊ XWE YÊ HESEKÊ EM SPASIYA ŞERVANÊN XWE DIKIN

Li ser fedakariya şervan û xelkê Hesekê jî ev nirxandin hat kirin.

Xelkê me yê Hesekê bi Kurd, Ereb, Suryan û Asuriyên xwe destekeke mezin da me.

Bi vê yekê çareke din ispat bû, heke gel û şervan hêza xwe bikin yek serketin misoger dibe.

Dîsa şervanên QSD’ê û hêzên asayîşê fedakariyeke mezin nîşan dan.

Em malavahiya tevahiya kesên ku keda wan di têkbirina êrişa DAIŞ’ê de heye dikin.

QSD’Ê ENCAMA PÊNGAVA ‘GURZÊ GELAN’ EŞKERE KIR
QSD: DI PÊNGAVA GURZÊ GELAN DE 374 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Fermandariya QSD’ê da zanîn ku pêngava wan a Gurzê Gelan dewam dike û encama heta niha ya pêngavê ragihand:

Çeteyên DAIŞ’ê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parêzvan şehîd xistin.

Di şerê hefteyekê yê derve de jî 40 şervan û 4 sivîlên me şehîd bûn.

Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me şehîd bûn

Di şer de 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv