Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan : “Dewleta Tirk a dagirker berê DAIŞ’ê da Kurdistanê”.

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN
“DEWLETA TIRK A DAGIRKER BERÊ DAIŞ’Ê DA KURDISTANÊ”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bi minasebeta salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re hevpeyvîneke berfireh kir.

Myrat Karayilan di vê beşê hevpeyvînê de bi taybetî li ser êrişa DAIŞ’ê ya li Şengalê nirxandin kirin.

Der barê derketine holê ya DAIŞ’ê de vê tespîtê dike:

Piştî tevgera gelan a “Bihara Ereban” gelek rêxistinên xwe weke selefî bi nav dikin derketin holê.

DAIŞ jî di nava van de weke rêxistineke ji rêzê xuya dikir û ji nişka ve hat mezinkirin.

Bi taybetî destpêka 2014’an dewrgirtina hin deveran ji aliyê DAIŞ’ê ve ji rêxistinên din bi tevahî projeyek bû.

DAIŞ’ê 11’ê Hezîrana 2014’an tenê bi operasyonekê Mûsila bi 33 hezar leşkerî dihat parastin bi dest xist.

Ji bo têkiliya navbera AKP û DAIŞ’ê de jî Murat Karayilan dibêje:

Jixwe bi awayekî îdeolojîk AKP û ev zihniyet xizmên hev in.

Heke têkiliya wan nebûya, çawa dikarîn ji Ewrûpayê bi rehetî biçin Enqerê…

Ji wir jî bi karwanên wesaîtan ji sînor derbas bibin û biçin heta bi Reqayê.

DAIŞ’a ku li Iraqê bi êrişên li ser Musilê navê xwe da bihîstin çawa bû ku berê xwe da Kurdistanê, Murat Karayilan di vir de îşaret bi rola dewleta tirk dike:

Serkirdeyên DAIŞ’ê di vî warî de xetayeke mezin kirin… Li dewleta Tirk guhdarî kirin.

Dewleta Tirk pîlana DAIŞ’ê ya çûyîna Bexda û Şamê guhert û berê wê da Kurdan.

Ev yek bi nivîsên navxweyî yên di nava DAIŞ’ê de hatiye belgekirin.

DAIŞ’ê bi daxwaza dewleta Tirk berê xwe da Kobanê.

Êrişa li dijî Şengal, Mexmûr, Hewlêr û Kerkûkê jî di heman çarçoveyê de ye.

Murat Karayilan têkildarî helwesta Tevgera Azadiyê ya dema li ser başûrê Kurdistanê xetera êrişa DAIŞ’ê derket holê jî wiha vedibêje:

Pêşî Rêber Apo ev xeterî destnîşan kir.

Bi taybetî perspektîfên wî hebûn, ku li ser Şengalê û Êzîdiyan gefeke mezin heye û divê ew der bê parastin.

Ev ji bo me talîmatek bû.

Me ev xeterî ji PDK û YNK’ê re ragihand û me pêşniyara şandina hêzê kir.

PDK’ê got, na. YNK’ê jî got, niha pêwîstî nîne, heke çêbû, em ê ji we re ragihînin.

Weke PKK’ê me jî pîlana xwe kir û 12 hevalên xwedî tecrûbe me şandin Şengalê.

Dema DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an li dijî Şengalê dest bi êrişê kir, heval Dilşêr Herekol xwe gihand biryargeha me.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv