QSD’Ê BÎLANÇO EŞKERE KIR
LI GIRÊ SPÎ Û EYN ÎSA 8 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di navbera 21’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êriş birin ser gundên Girê Spî, rêya M4 û derdora bajarokê Eyn Îsayê.
Gundên ku ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine topbarankirin ev in: Xirbetbeqer, Arîda, Bîr Zinar, Leqleqo, Sewan, Meblûca, Zenûbiya, Silîp, Ferhûna, Kor Hesen, Depoyên Qizelî û herêmên derdorê wê.
Her wiha gundên derdora bajarokê Eyn Îsa û rêya M4 jî bi obus û hawnan hatin topbarankirin.
Li aliyekî jî hewl dan li van herêman pêş de bikevin, lê şervanan bersiv dan.
Di encama van êrişan da gelek sivîl birîndar bûn û welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El-Hîşer şehîd bû.
Şervanan jî bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dan û rêzeçalakiyên tolhildanê li dar xistin.
Di encamê de 8 çete hatin kuştin, 2 kamereyên çavdêriyê hatin desteserkirin, 2 xendeq, 2 maşîneyên leşkerî û tankek hatin rûxandin.