Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kekê wekîlê AKP’î gefa kuştinê li malbata Şenyaşar xwar

Malbata Şenyaşar a berxwedana xwe ya edaletê didomîne, destnîşan kir ku kekê Parlementerê AKP’î Îbrahîm Yildiz, Suleyman Yildiz gefa kuştinê li wan xwariye.

Çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê wê ji aliyê parêvan û xizmên Parlementerê AKP’î Îbrahîm Yildiz ve hate qetilkirin li gel Kurê xwe Ferît Şenyaşar dabû destpêkirin di roja 119’an de didome.

Dayik û kurê wê yên ku saetên sibê tên ber derê edliyeyê, li ber bendên pêşiya avahiya edliyeyê bi dowîzên li ser ‘Ji bo her kesê edalet’ û ‘Dayikek 119 roj in li ber Qesra Edliyeya Rihayê di nobedê de ye. 2 kur û hevjînê wê li nexwexaneyê hate qetilkirin. Ji ber ku yên di nava qetlîamê de cih girtine, parlementer jî hene 3 sal in doz nayê vekirin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew di 2’yê Tîrmehê de ji bo piştevaniyê çûne Amedê û her kes doza wan dişopîne. Şenyaşar got sibê roja 120’emîn a çalakiya wan e û 4 mehê wê diqede.

GEFA KUŞTINÊ XWAR

Şenyaşar destnîşan kir ku qetlîam esil ew e ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatiye û got: “Derbarê bûyerê kamerayên ewlehiyê, beyanên doktoran û teşhîsa dayika min hene lê kesên qetlîam kirine bi rehetî di nava xelkê de digerin. Kekê wekîlê AKP’ê, Suleyman Yildiz ê ku ji polîtîkaya bêcezatiyê sûd werdigire hêj gefa kuştinê li me dixwe. Me cara duyemîn derbarê Suleyman Yildiz ê ku di medya civakî de gef li me xwar, gilî kir.”

‘DADGEREK NÛ Û HÊVIYEK NÛ!’

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî wiha got: “Dozgerê dozê yê 7’emîn çû. Wê dozgerê 8’emîn îro li dozê binêre diyar bibe. Sûcek mirovahiyê li holê heye, em tenê dixwazin tişta pêwîst a hiqûqî were kirin. Dozgerek nû! Hêvîyek nû!”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv