Hêzên dewleta tirk di 3 mehên dawî de, herî kêm 160 rêveber û endamên HDPê kirin binçavan.
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li ser binçavkirinan axivî û got: Xwestin bi binçavkirinan, beşdariya kongreyan kêm bikin. Lê belê xelkê me êdş ji girtin û binçavkirinê natirse pir bi dilgermî xwedî li doza xwe û partiya xwe derdikeve.
LI ŞIRNEXÊ QIRKIRINA SIYASÎ
DI 3 MEHÊN DAWÎ DE NÊZÎ 160 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Hêzên Tirk di rojên dawî de li Şirnex û navçeyên wê tevgera qirkirina siyasî pêk tînin.
Tevgera qirkirina siyasî jî, bi bahaneya îfadeya şahîdê veşartî dimeşînin.
Pela binçavkirinê piştî ku Wezîrê Karên Hundur ê Tirk Suleyman Soylu di 10’ê kanûnê de gef li HDP’ê xwar, zêdetir bûn.
Rojek piştî gefên Soylu, li Silopî 33 kes, li Qilabanê 24 kes û li Hezexê jî 9 kes hatin binçavkirin.
LI ŞIRNEXÊ QIRKIRINA SIYASÎ
QIRKIRINÊN SIYASÎ NEKARÎ PÊŞIYA KONGREYÊN BI COŞ BIGIRIN
Ev binçavkirin jî, di berbanga kongreyên rêxistinên HDP’ê de pêk hatin.
Bi giştî di 3 mehên dawî de, herî kêm 160 rêveber û endamên HDP’ê hatine binçavkirin.
Herî dawî Nurullah Çetîn ê li Silopî hatibû binçavkirin, hate girtin.
LI ŞIRNEXÊ QIRKIRINA SIYASÎ
KAÇMAZ: XELKÊ ME BI KONGREYÊN XURT BERSIVA XWE DA
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz binçavkirina 160 rêveber û endamên HDP’ê, wekî tirsa faşîzma AKP-MHP’ê ya ji partiya xwe nirxand û got:
Beriya kongreyan xwestin xelkê me bitirsînin. Beşdariya kongreyê kêm bikin. Moral û motîvasyonê xera bikin. Lê belê xelkê me, ew hewldan pûç derxistin.