“PKK`Ê DOZA GELÊ KURD GIRTIYE SER XWE”
NIVÎSKARÊ MISRÎ ÎLHAMÎ EL MILÊCÎ XWEST PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN
Nivîskar û rojnamevan Îlhamî El Milêcî destek da kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya însîyatîfa navnetewî ya edalet ji bo kurdan.
Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku gelek nîşane eşkere dikin ku biryara Amerîka û Ewropayê, nabe li ser PKK`ê were pêkanîn û ev nirxandin kirin:
Hêzên cîhanî ji bo dilê dewleta Tirk xweş bikin PKK’ê xistine nav lîsteyê.
Dewleta Tirk ji ber ku endama NATO’yê ev ev hat kirin.
Îlhamî El-Milêcî îşaret bi rola PKK`ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de kir û got:
PKK di têkbirina DAIŞ`ê ya terorîst de li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê bi roleke aktîf rabû.
Li aliyekî din jî destetek da gelê wan herêman. Ev jî isbat dike ku tevgereke nîştimanî ye û hewl dide hêviyên gelê xwe bi cih bîne.
Îlhamî El-Milêcî da zanîn ku kampanyaya bi armanca derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” tê meşandin gaveke girîng e û xwest hemû azadîxwazên li cîhanê û civaka Ereb jî tev lê bibin.