Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qeyûmên dagirkeriya tirk: Piştî 25 milyonan, qeyûmê Cizîrê 31 milyonên din da çêkirina pira kevir 28.03.2021

 

QEYÛMÊN DAGIRKERIYA TIRK
PIŞTÎ 25 MILYONAN, QEYÛMÊ CIZÎRÊ 31 MILYONÊN DIN DA ÇÊKIRINA PIRA KEVIR

Li Bakurê Kurdistanê yek ji deverên ku timî bi zilm, gendelî û faşîzma qeyûman dikeve rojevê Cizîra Botan e.

17’ê Mijdara 2016’an qeymeqamê dagirkeriya Tirk Ahmet Adanûr bûbû qeyûmê Cizîrê.

20’ê Tebaxa 2017’an jî Faîk Arican weke qeyûm hat wezîfedarkirin.

Arican li pey xwe gelek kar û îhaleyên nîvco mayî hiştin… Her wiha 220 milyon lîreyên Tirk deyn jî xist stûyê şaredariyê.

Yek ji wan îhaleyan jî projeya Pira Kevir a bajêr bû, ku qeyûm 25 milyon lîreyên Tirk pere danê.

Şaredarî 31’ê Adara 2019’an dîsa bi pêşengiya HDP’ê ket destê gel.

Lê 29ê Cotmeha heman salê weke gelek deveran qeymeqamê dagirkeriyê yê Cizîrê Sînan Davûtoglu bû qeyûmê navçeyê.

Qeyûm Sînan Davutoglu jî dest li projeya Pira Kevirî dirêj kir.

Vê carî wî 31 milyon lîreyên Tirk pere dan.

Fîrmaya îhale girtî dîsa heman fîrma bû ya îhaleya berê girtibû.

Bi vî rengî di nava 4 salan de heman fîrmayê 2 îhaleyên çêkirina heman pirê girtin.

Niha li Cizîra Botan her kes li aqûbeta 25 milyon lîreyên Tirk dipirse.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv