“SÛCDAR DIYAR E…WEKÎL Û MALBATA WÎ YE”
NOBETA “EDALETÊ” YA MALBATA ŞENYAŞAR DIDOME
Li Navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû.
Bav û 2 kur di ve êrişê de hatibûn kuştin.
Dayik Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferit Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digire.
Malbata Şenyaşar derheqê çalakiya nobetê ya ku ev 20 rojin dewam dike de li ser hesabê medya civakî agahî parve kirin:
“Kargeriya me xera kirin. Nexweşxane kirin gola xwînê.
Divê hesab ji qetilan were pisîn.
Sûcdar diyar e. Wekîl Ibrahim Xelil Yildiz û malbata wî ye.
Heya dawîyê emê ji bo zarokên xwe edaletê bixwazin.”
ÇALAKIYA EMÎNE ŞENYAŞAR A JI BO EDALETÊ
DAYÎKÊN AŞTIYÊ SERDANA ÇALAKIYA WÊ KIRIN
Piştgiriya ji bo Emîne Şenyaşar jî didome.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê serdana çalakiya wê kirin û piştgirî danê.
Li ser navê dayîkan Perîhan Altûg axivî.