Parlamententerê Îngilistanê Loyd Rasil Moyl tevlî kampanya bila PKK “lîsteya terorê” bê derxistin bû.
Moyl xwest dawî li neheqiya Kurdan tê kirin were anîn û derhal PKK ji lîsteyê were derxistin.
Medya Dijîtal a Kurdistanê ji bo PKK ji lîsteya terorê werê derxistin 26’ê Mijdarê dest bi kampanyayekê dike.
QEDEXEYA LI SER PKK’Ê
PARLEMENTERÊ ÎNGILÎZ MOYLE: DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN.
Meclisa Dijîtal a Kurdistanê ji bo qedexeya li ser PKK’ê were rakirin û ji lîsteya terorê were derxistin dest bi kampanyayê dike.
Ji niha ve kampanyayê deng veda û gelek kesî piştevaniya xwe jê re eşkere kir.
Berdevkê Koma Hemû Partiyên Tirkiye û Sûriyeyê APPG ê ya Parlamentoya Îngilistanê Lloyd Russell Moyle, tevlî kampanyê bû.
Moyle, diyar kir ku pênasekirina terorê ya ji bo kurdan û PKK’ê şaş e û wiha got:
“Ez endamê meclisa Îngilistanê Lloyd Russell Moyle.
Di heman demê de berdevkê APPG’ê me. Me derbarê mafê siyasî û wekhev ên kurdan raporek weşand.
Me di vê rapora xwe de wekheviya zayendiyê parast, êrişa zayendî şermezar kir û diyar kir ku dîtina PKK’ê û kurdên ku xweseriyê diparêzin weke ‘terorîst’ şaş e.
Em bang li hikûmeta Îngilistanê dikin ku mafê kurdan biparêze û li dijî zextên Tirkiyê yên li ser kurdan derkeve.
Ez ê dostên me yên kurd li her derî biparêzim. Destpêkê li dera ku pêwistî bi edalet, xweserî û aştiyê hebe piştgiriya Kurdistanê bikin.”