Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar

 

 

 

 

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar der barê serdema nû ya têkoşîna HDP’ê de axivî.
Mîthat Sancar destnîşan kir ku wê li dijî bloka faşîst a şer eniya demokrasiyê xurt bikin û wiha got.
Em ji bo gel bibe xwedî îradeya rêveberiyê têdikoşin.

HEVSEROKÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
JI BO GEL BIBE XWEDÎ VÎNA RÊVEBERIYÊ EM TÊDIKOŞIN.

HDP’ê di 27’ê îlona 2021’an de Deklerasyona Banga ji bo Demokrasiyê eşkere kir.

Di maweya meh û nîvekê de ye jî di çarçova vê deklerasyond e hevdîtin û xebatên xwe yên qewînkirina eniya demokratîk didomîne.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar der barê xebatê HDP’ê û rojevê de ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Di rojeva Sancar de şerê li dijî Kurdan, înkarkirina Kurd û Kurdistanê, erk û berpirsyariya mixalefetê hebû.

Sancar destpêkê der barê hevdîtinên ji bo deklerasyonê axivî û got:

Di cewhera van hevdîtin û civînan hemûyan de deklerasyona me ya demokrasiyê hebû.

Pêşhevdîtinên me yên bi partî û saziyan re dikin biqedin.

Em ê nirxandin û rexneyan di nava xwe de binirxînin.

Xebatên me yên di qadên cuda de hene, em dixwazin pê re eniyeke berfireh a demokrasiyê ava bikin.

Sancar îşaret bi polîtîkayên şer ên hikûmetê û helwesta mixalefetê jî ev nirxandin kirin:

Li dijî bloka faşîst a şer divê herkes rabe.

Ji ber ku ev blok vî welatî xistiye nav krîz û pirsgirêkên mezin.

Mixalefet jî divê bi berpirsyarî tev bigere.

Hûn hemê ji tezkereyê re bibêjin na lê piştre jî hûn ê rabin behsa êrişên mezintirk bikin. Ev nabe.

Heta ku ev zîhniyet negihere, bloka şer neyê têkbirin pirsgirêk çareser nabin.

Dêhna xwe bidinê Kurd û Kurdistanê înkar dikin. Yanî çi?

Dixwazin bi polîtîkaya şer vê meselê bi dehan salên din jî bidomînin.

Em li hemberî vê zîhniyetê têdikoşin.

Mîhtar Sancar bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî jî û got:

Bikaranîna van çekan sûcê şer e. Divê were lêkolînkirin û sûcdar jî werin cezakirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv