Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Provokasyonên PDK’ê li dijî qadên gerîla

 

PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
HÊZÊN PDK’Ê JI GERÎLA RE DIBÊJIN “DECCAL”

Ev dîmenê li ser ekranên we ji noqteyeke berê ya gerîlayên HPG û YJA-Starê ye.

Li gorî hin agahiyan, dîmen li Bakurê navçeya Amêdiyê hatiye qeydkirin.

Kesên di dîmen de jî çekdarên PDK’ê ne.

Di dîmen de tuneleke gerîlayan ji bo şer amadekirî xuya dike.

Çekdarê dîmen qeyd dike ji gerîlayên azadiya Kurdistanê re dibêje “deccal.”

PDK îdîa dike, ku wê hêzên xwe ji bo rêlibergirtina artêşa Tirk şandine herêmê.

Lê ji vî dîmenî jî diyar dibe, ku ev hêz ji bo şerê li dijî PKK’ê hatine amadekirin.

Jixwe beriya niha dîsa li qadeke berê ya gerîla, hêzên PDK’ê mayîn ji pêşiya artêşa Tirk paqij dikirin.

Di vî dîmenî de jî van hêzan ji gerîlayan re digot “terorîst in”

PDK’ê dema hêzên xwe li Zînî Wertê bi cihkiribûn jî vîrusa korona kiribû hincet.

Lê dema komeke gerîla 14’ê Nîsanê ji bo hevdîtinê berê xwe da qadê, rastî derket holê, ku pîlaneke dewleta Tirk e.

3 gerîlayên ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê piştî ji hevdîtina li gel hêzên PDK’ê vegeriyan hatin bombekirin.

Koordînata cihê gerîlayan hêzên PDK’ê dabûn dewleta Tirk.

PDK’ê 11’ê Tebaxê jî piştî hevdîtina bi fermandarên artêşa Iraqê re koordînata cihê fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Xakurkê Egîd Garzan dabû dewleta Tirk.

Di êrişê de tevî Egîd Garzan du fermandarên artêşa Iraqê jî şehîd bûbûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv