Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Dayîkên Laçik Spî yê Başûr bang: ‘Piştgiriyê nedin dagirker û dijminê gelê Kurd’

 

JI DAYÎKÊN LAÇIK SPÎ YÊ BAŞÛR BANG
“PIŞTGIRIYÊ NEDIN DAGIRKER Û DIJMÎNÊ GELÊ KURD”

Komîteya dayikên Laçik Spî ya Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li parka dayîkan a bajarê Silêmanî hat dayîn.

Dayikan bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê nedin dagirkerên Kurdistanê û bi hev re wan ji axa pîroz derxin.

Paşê dayikan serdana ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmanî kir.

Parlementera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr û parlementerê Tevgera Goran yê Iraqê Dr. Yusif Mehmûd dayik pêşwazî kirin.

Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Dayikan careke din da zanîn ku ew ê rê nedin şerekî Kurd bi Kurd û banga xwedîderketina li têkoşîna gerîla kirin.

PARLEMENTERÊ TEVGERA GORAN Ê IRAQÊ DR. YUSIF MEHMÛD
“GER PKK NE LI QENDÎLÊ BÛYA, WÊ TEVAHIYA KURDISTANÊ BIHATA DAGIRKIRIN”

Parlementerê Tevgera Goran yê Iraqê Dr. Yusif Mehmûd jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê PKK lê qirkirina tevahiya gelê Kurd e û bang li PKK û PDK’ê kir ku pirsgirêkên heyî bi riyên aştiyane çareser bikin.

PARLEMENTERA IRAQÊ RÊZAN ŞÊX DILÊR
“EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNIN”

Parlementera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî da zanîn ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê bêdeng nemînin.

DEWLETA TIRK DIXWAZE BAŞÛR DAGIR BIKE
XELKÊ DERBENDÎXANÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEŞIYAN

Xelkê Derbendîxan jî li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wê daket qadan

Piştî meşê daxuyanike hat dayîn û li hemberî êrişan, banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv