Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Profesor Laura Corradi: ‘Jinên li Rojava têkoşîna herî pêşketî ya li cîhanê didin meşandin’

 

PROFESOR LAURA CORRADÎ:
JINÊN LI ROJAVA TÊKOŞÎNA HERÎ PÊŞKETÎ YA LI CÎHANÊ DIDIN MEŞANDIN

Jina femînîst Laura Corradi ya li zanîngeha Italya profesora civak û interseksual, metodolojî ye ji kamerayên me re 8’ê Adarê nirxand.

Laura Corradî dibêje li Îtalya ew sedsalekê, her sal têkîldarê 8’ê Adarê ji aliyê sazî û rêxistina jinan ve înîsiyatîfên hunerî û çandî, çalakî pêktên.

Roja 8’ê Adarê girêdayê mijarên têkoşîna ji bo azadiya jin, zayend û çîn e.

Wekî tê zanîn ew roj di enternasyonala duyemîn a komunîstan de hate diyar kirin.

Lewra wê li her derê, bi armanca têkoşîna li dijî şîdeta li ser jin, ji bajarên mezin heya taxên biçûk ên Îtalya ji bo 8’ê Adarê çalakî werin lidar xistin.

Femînst Laura Corradî balê dikişîne ser têkoşîna jinên kurd û ji herkesî xwest wê rojê qadan dagirin.

8’ê Adarê roja xwepêşandana navnetewî ye, lazim e li herderî jin dakevin qadan.

Girînge ku mêr jî di warê şirîkatiya xwe ya suca şîdeta li ser jinê, cûdakariya zayendan û xwe-xapandina ku xwe wekî hêz dibîne, lêpirsîn bike.

Li ser şoreşa rojava û pergala jin li vê erdnîgariyê avakirine de jî vê dibêje:

Berê çend salan ez çûm rojava, min têkoşîna wan a li dijî faşîzmê, DAÎŞ’ê, terorîzmê û ji bo demokrasiya raste rast û wekheviya zayendan dît.

Bi taybetî jî hebûna konfederalîzma demokratîk wek formekî ya hebûna cûdahiyan, û pergala xwe parastinê ya jinê li dijî terorîzmê û DAÎŞ’ê ku dijminê sereke ya Ewropa bû tevahiya cîhanê bandor kiriye.

Ji ber wê jî ez wate nadim, çima welatên Ewropî piştgiriya şoreşa Rojava nakin?

Ji ber ku ew şoreşa li dijî paşverutiyê şoreşa demokrasiya rast û heqiqî ye.

Min çend jinên ku li wê derê naskir û şêwazê wan a xebatê dît.

Ew li cîhanê têkoşîna herî pêşketî ku îlhamê dide jin û mêran didin meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv