Botan ê ku ta girtî hîs kir ku mêjiyê wî teviziye û dinya li ber çavê wî tarî dibe. Saet li derdora 04:00’an 30’ê Tebaxê bû û Botan di nav xwîna germ de bû, hîs kiribû ku birîndar e…

Botan Avaşîn 1996’an li Amedê çêbû, ji nav 6 xwîşk û 5 birayên yê herî kiçik e. Malbata Botan ji ber rewşa nebaş a aborî bêgav dimîne ku salên 80’yî koçî Mêrsînê bike. Diya wî li baxçeyên portakalan dixebite, bav jî ji ber şertên zor karê serbest dike. Botan ji ber vê rewşa nebaş a aborî di pola pêşî de li aşxanê dixebite.

Botan wiha behsa wan rojan dikir :’’Dê û bavê min di nav jiyanê de tengijîbûn, hê di zaroktiya xwe de min digot divê ez barê wan sivik bikim. Ji bo vê min dest bi xebatê kir. Li gel dibistanê dixebitîm jî, hem ew hîs bi min re çêdibû ku dema min beleheq naçe û em jî ji bo ku min alîkarî dida malbatê dilê min rehet dibû. Hê di pola pêşî de min dest bi kar kir, zû tevlî nav civakê bû mû vê jî kir ku jiyanê xweştir nas bikim. Êdî hê di zaroktî de mezin bûbûm.’’

Piştî ku xwîşka wî bi zilamekî re ku 15 salan ji xwîla wî meztir bû hate zewicandin Botan pir di bin bandora vê de dimîne. Fêhm dike ji bo ku civakê fêhm bike, rastiyên civakê aşkere bike û rast û şaşiyan ji hev derxîne qedemeyeke dî jî diqevêze. Hê zaroktî zewicandina xwîşka wî, ji bo ku hişmendiya heyî fêhm bike û têbikoşe, ev jê re dibe gavek. Nedikarî derkeve derveyî sînorên ku dê û bavên wî diyar kirî Botan êdî hîs dikir ku ew mezin bûyî, sedema wê jî wiha digot: ‘’Ji aliyekî ve xwîşka min zewicî bû, ji aliyê dî ve jî min didît ku diya min li ber bavê min çendî bêgav e, vê pir tesîr li min dikir, hîsên cihê bi min re çêdikr. Ez lê difikirîm ku çawa dikarim bi dê û xwîşkên xwe yên din re bibim alîkar, lê digeriyam. Rastiya giran a jiyanê hatibû ber min û min dixwest zêdetir tiştan bikin.’’

NASKIRINA CIWANÊN WELATPARÊZ

Botan hê dema ku pir î ciwan bû Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger nas dike. Ber bi şoreşgeriyê gav davêje, çand û since ku ji civakê standî dide ber çavan, pê dihise ku xisletê wî şaş e û divê biguhere. Sibehan li dibistanê xwendekar, nîvroyan li aşxaneyê karker, êvaran jî êdî şoreşger e. Botan ê ku ji bo alîkare malbatê be ketî rê, rêyeke dirêj û bi kaş û kendal li ber e. Botan wiha behsa wê demê dike: ‘’Heta ku tevlî nav têkoşînê nebûm min nedikarî civakê, ne malbatê ji nakokiyan xilas bike. Min êdî ev fêhm kiribû. Min dixwest ku berê xwe bidim çiyayan lê ji ber temenê xwe min nikarîbû, kesî ev qebûl nekir. Li bajêr li nav xebatên ciwanan bûm û bi rengekî çalak xebitîm, heta sala 2014’an.’’

FETLONEK KOBANÊ YE

Biryara Botan bi şerê Kobanê zelal dibe. Kobanê ji bo Botan dibe destpêkek. Botan bi gavên bilez biryar distîne ku tevlî nav Tevgera Azadiyê bibe û payiza 2014’an dibe endamê YPG’ê. Botan dibêje, ‘’Bi şerê Kobanê re êdî biryara min teqez bûbû. Ji bo ku tola zarokên ku hatine qetilkirin bistînim payiza 2014’an tevlî nav YPG’ê bûm.’’

Botan çawa ku diçe Rojava perwerde dibe, bêsebr li bende dibine ku perwerde biqede û tevlî nav şer bibe. Bot û piştî perwerdeya mehek û nîvê dikeve eniya şer.

TOLA WAN HILANDIBÛ

Li Til Temir, di pêngava Şehîd Rûbar, Gire Spî, Silûk, Hol, Tişrînê de û li eniyên Minbiçê şer dike. Wiha behsa wan salan dike :’’Di van pêngavan de min tola zarokên ku hatin qetilkirin dihiland. Ceylan, Ugur, Berkîn û gelên din bi rehetî radiketin. Tola wan kêm jî be bêhna min fireh kiribû lê li eniya berxwedanê hevrêyên ku me bi hev re şer dikir şehidi bûn. Têrê nedikir ku tola Ceylan, Ugur û Berkînan hilînim, her roj canek ji me kêm dibû. Şehîdbûna hevrêyan dikir ku hêrsa min zêdetir rabe.’’

DINYA LI BER ÇAVÊ MIN REŞ BÛ

Botan dixwaze heta dawiyê li Pêngava Minbiçê bimîne, ji ber hewcehiyê bêgav dimîne ku biçe Til Temir lê ev jî ne bi dilê Botan e. Tebaxa 2016’an xeber tê ku rejîma Sûriyê êrîşa ezmanî û bejahî dibe ser Hesekê. Botan û hevvalên xwe din av Tabûra Şehîd Dilşêr Wan de tevdigerin û digihijim Hesekê.

Botan wiha behsa wan rojan dike: ‘’Hevalan li derdora saet 04:00’an agahî şandin. Her demê em di pozisyona şer de bûn, di nav nîv saetê de em ji Til Temirê ber bi Hesekê ve bi rê ketin. Roja pêşî şerekî giran hebû. Hêza Parastina Gewherî, Hêzên Ewlehiya Navxwe seferber bûbû. Hê Pêngava Minbicê neqediyayî rejîma Şamê bi vê êrîşê dixwest ku Hesekê kontrol bike. Di deqeyên pêşî de bersivek ji bo rejîmê hatibû dayin û derbên giran xwaribû.

Me koma tangê ketina nav bajêr kontrol dikir. Roja pêşî bi çekên giran hevalan bersiv da û deverên ku rejîmê dagir kiribû me azad kir. Roja 2’yan operasyonê dewam kir. Xasma jî li bajaran şerekî giran hebû. Bi balafiran êrîş anîn. Şerekî giran hebû. Roja duyan avantaj bi temamî di dest me de bû. Leşkerên dijmin ne zêde xurt bû. Rihê fedayî yê YPG’ê li pêş bû, cihêtiya me jî ev bû, fedekariyeke mezin hebû. Me li dijî balafirên şer û helîkoptêran şer dikir. Hetea êvarî li navenda bajêr tenê çend cihên biçûk di dest dijmin de mabûn.

Eynî rojê plansazî hate kirin. Wê biçûna Wilayeta Sor ku di navbeyna Taxa Xiwêran û Panoramayê de ma.Pêşî wê taxa Xiwêranê bihata paqikirin û piştre biçûna Panaromayê. Saet 24:00’an plan hate danîn û operasyonê dest pê kir. Koma me ya ji şeş kesan pêk hatî ku wê bi tanzêrê bibûya, dema ku gihaştî cihê kontrole ji ber ku rê şemîtonkî bû, zincîra tanzêrê qetiya û li ser rê, li nav keviran asê ma. Koma ku di plansaziyê de negihaştî cihê xwe li nav şer mabû û rejîmê bi B7’an êrîş anîbû.

6 hevalên me li wir birînar bûn. Em jî li aliyê bajarokê Tiwênayê bûn. Em li hêviyê bûn ku ji hevalan agahî were. Cihê ku tanzêr lê aliqî li naverastê bû û ev ji bo me ne baş bû. Ji ber vê jî me nedikarî zêde nêzî hevalan bibin. Heta saet 03:00’an me hewl da ku wê komê xilas bikin lê heta wê saetê em bi ser neketin .Ji bo ku em tanzêrê derxin pêşî kepçe çû. Hevalê Mazlûm ê li ser tanzêrê şehîd bû bi êrîşeke suîkastê. Xeber hat û bi tangan em ê biçûna bajêr. Di nîv saetê de em gihaştibû Xiwêranê.

Ji bo ku em cihê hevalan tam hîn bibin em çûne cem hevalên ku qad nasdikir. Piştî ku me cihê wan zelal kir em li qada şer bûn. Hevalên me yên birîndar 15 gavan ji me dûr bûn, li erdê bûn .Li pişt kevirên li nêzî cihê kontrole bi cih bûbûn û hem şer kiribûn, hem jî xwe prastibûn. 5 gavan dûrî mabûn lê aliyekî rê bi tanzêrê hatibû girtin, li aliyê dî kepçe hebû. Bi tangan me nikarîbû biçin cem wan.

Pêşî me xwest ku tanzêrê derxin wê demê me planeke kurt çêkir û ez ji tangê hatim xwarê. Hevalek li cem tanzêrê bû û çûme cem wî. Bi werîsekî min ê tanzêr û tang bi hev girêbida û tanzêr bikişanda. 2 deqeyan li cem tanzêrê bi hevalan re me nîqaş kir, min agahî da ser hev bê ka dijmin tam li kû dere ye û çend hevalên birîndar hene. Heval çend qedemeyan bi pêş ve çû û wê ez biparastama. Tam dema ku min ê şelît bi tanzêrê ve bikira dinya li ber çavê min reş bû.

TA DIGIRE

Çawa ku Botan deng li Egîd dike rokêt diteqe. Botan ta digrie, hîs dike ku mêjiyê wî ditevize û dinya li ber çavê wî tarî dibe. 20’ê Tebaxê saet 04:00’an di nav xwînê de dimîne, fêhm kiribû ku birîndar bûye. Bi rokêta 2’yan re êşek dikeve çengê çepê yê Botan û bang li Egîd dike. Egîd jî ji serê xwe û pişta xwe birîndar bûy. Botan 5 deqe li erdê dimîne. Ehîd dema ku bi ser hişê xwe ve tê, nêzî Botan dibe. Botan bi giranî birîndar e. Egîd qutikê xwe diqedîne, pê çeng û çavê Botan dipêçe. Gelek xwîn ji Botan çûye û her ku diçe birîna wî lê dicemide, arincan dide. Hevalên wan di 10 deqeyan de digihijin cihê şer, Botan û hevalên wan xilas dikin.

LI ÇAVÊ XWE Û DESTÊ XWE DIPIRSE

Botan piştî mehek û nîvê bi ser hişê xwe tê û wiha didomîne: ‘’Piştî mehek û nîvê dema ku bi ser hişê xwe ve hatim got, tu li nexweşxanê yî û eynî rojê ez birim Başûrê Kurdistanê. Ez birim nexweşxaneyeke li Silêmanî. Haya min jê nebû ku ez kor bûme, dema kum in diprsî bê ka içma nabînim, gotin, parçe jê standine û ji bo ku emeliyatirkî me nikarin pçaê li ser jî rakin. Gotin heta emeliyatê nikarin paçan rakin.

Ji bo çavê xwe êdî qanih bûbûm û dema peçana destê min hatibû. Min got çi bi destê min ê çepê hatiye, diêşe. Destê min ê dî ji bo ku birîndar bû tevnedigeriya, min nikarîbû destê xwe bidimê. Deng nehat, derdor kerr bû…Gotin, birîndar î. Min niznaîbû ku destê min qut bûyî, ji ber ku min destê xwe hîs dikir û dikarîbû tiliyên xwe bilebitanda. Piştî 10 rojan derbasî malekê bûm. Mİin dikarîbû destê xwe yê dî jî bilebitînim. Destê min ê çepê xuriya û dema ku min destê xwe yê rastê avête yê çepê min fêhm kir ku destê min nîne û wê gavê kerrbûna li nexweşxanê hate bîra min.

Piştî bi du rojan komek hevalê wî serdana Botan dikin û nîqaş dikin. Jê re dibêjin çavekî wî rijiyaye, çavek ji hundir ve parçe bûye û îltîhaba wê pir zê de ye. Dibêjinê, ‘’Çavê te yê ku parçe bûyî pir îltîhaba giriye û îhtîmal zêde ye ku bavêje mejî. Heval Botan, divê biryareke bidî. An divê çavê te yê parçebûyî were derxistin an jî divê bi tedawiya îlacan divê îltîhab were ziwakirin. Ji ber vê jî pir dereng mane û her gav dibe ku îltîhaba bavêje mêjî, dibe ku encameke cuda derkeve hole.’’

YAN XATIRXWESTIN AN JÎ TARÎTÎ

Botan hay ji cidîbûna rewşê heye. Wiha behsa sê gavê dike: ‘’Heke min çavê xwe derbixista ez ê din av taritiyê de bijiyame lê ronkahiya ku ez li nav bûm. Felseya Rêber Apo, jiyana wî têra min dikir. Heke min çavê xwe dernexista rîska şehîdbûnê pir zêde bû. Dema ku li ser van encaman disekiîm min terîh kir ku bi Rêber Apo re bijîm û biryar da ku çavê xwe derxim. Xemgîniya ku wê gavê bi hevalan girt, wê demê kir ku ez wê biryarê bistînim ku tim moralê min geş be. Min biryar da ku bi hezkirineke mezin bi jiyanê ve bim û ji hevalên xwe re ku xemgîniyê wan pêçan bibim moralk. Piştî emeliyatê bi rojekê ez tim lê fikirîm ku ez ê çawa hîn bibim bi tarîtiyê re bijîm.’’

MORALÊ ROJDA PIR BANDORÊ LI SER DIKE

Botan, Rojda Dêriks ns dike. Rojda, di şerê Kobanê de du çavên xwe çûne. Moral, coşiya jiyanê ya Rojda dike ku Botan bi ser hişê xwe ve were û ji wê rojê û wir ve fêhm dike ku jiyaneke nû li pêşiya wî ye. Ew hîsa, ‘ez jî dikarim bikim’ çêdibe. Botan êdî nabîne, di nav tarîtiyê de ye, rêyeke nû li pêşiyê ye, dizane ku wê zor be lê ranweste.’’

Botan wiha behsa wan zoriyan dikir: ‘’Xazî bin, hevalên din bin, hevalên ku du çavê wan nînin, zêde nedîtibûn. Nizanîbûn ku divê çawa bijîn, tecrûbeya wan nebû. Ji bo min çawa jiyana nû, destpêkbû, ji wan jî destpêk bû. Hewceyî bi perwerdeyeke çawa hebû. Ez hîn bûm ku divê bi xwe hîn bibim, perwerde bikim. Min biryar dabû, deriyek hatibû vekirin û behremendiya min çêbûbû ku lêkolîneke berfireh bikm û berfireh bifikirim. Tedawiya min bi qasî salekê ajot û piştre vegeriyam Rojava. Peywira min bû Komîteya Xaziyan. Li qadên cihê mam û piştre li Komîteya Xazisyan, li Akademiya Şehîd Rizgar Wan perwerde bûm. Li perwredehiyê hêlên nîqaş, lêkolînê geştir bû. Piştî perwerdeyê bi rengê milîtanekî Apoyî min xwe ji xebatan re hazir kir û di nav xebatên xaziyan de min cih girt. Bi hevrêyên xwe re têkidlar bûm, min perwerde a wan, ev ji bo min pir baş bû. Salekê di nav xebatê de mam. Di nav salekê de nivîskar,rewşenbîran serdana me dikir, me nîqaş dikir. Me nîqaş dikir. Nîqaşan ez aciz dikirim, min digot tim kêmasiyek heye û divê baştir be. Ji ber ku li Rıjava şoreşeke ku ji cîhanê re bûyî mînak çêbûbû. Berxwedaniyeke mezin hebû. Diviya ev lehengî bihata vegotin, diviya bibûya parçeyek ji dîrokê. Lê kêm dima ku mirov ev bi helbestê an jî xebbateke sînorkirî vê bibêje, têrê nedikir. Şoreşê gav bi gav dijî, her kêlî her deqîqet hêjayî pirtûkekê ye, diviya ev şoreş bibûya dîrok, xelatî dîrokê bihata kirin.

Botan ku Şoreşa Rojava gav bi gav jiyayî biryar li ser dide ku pirtûkê binivîsîne. Ew hîs pê re çêdibe, dibêje du çavê min û destekî min nîne, ez ê çawa binivisim. Mitaleyan dike bê ka ew ê karibe binivisin yan na. Bi rojan difikire. Botan fêhm kir ku xwestin têrê nake, divê bawerî jî heye. Êdî ji bo Botan rûpeleke nû vedibe, dixwaze şoreşê bi cîhanê bide naskirin.

Botan wiha behsa wê pêvajoyê dike: ‘’Min nizanîbû bê ka ez ê çi binivisim, ji kû dest pê bikim, çawa behsa şoreşê bikim. A rast mijara ku min ê binivîsanda pir li nêzî min bû, ne dûrî min bû lê dîsa jî tirsek hebû. Ez kelecanî bûbûm. Min biryar da ku li ser binivsim. Ez ê berxweana hevalên xazî binivisim, min wiha got. Xazî, bi lehengî û keda ku dane diviya li dîrokê bihatana qeydkirin. Li berxwedanê di eniyên pêş de cih girtin û pêşengî kiribn, parçeyên xwe dabûn û şoreş çêkiribûn, diviya dîrokê ev zanîbûya û bixwenda.

Bi şoreşê re jiyabûn û bûbûn şahidê her gava dîrokê. Min xwest berxwedana hevalên xazî, fedakariya şehîdan bi cîhanê bida naskirin. Diviya min navê wan li dîrokê qeyd bikira. Helbet min pê dizanîbû ku bi vê biryarê rêyeke dijwar li pêş min e. Min qet pirtû nenivîsû û bi ser de du çavê min nebûn û destekî min nebû, min pê dizanîbû ku wê zor be. Ew hîs çêbû ku nikarim bikim. Daxwaza min hebû  lê ji bo nivîsê ev têrê nedikir, bawerî jî girîng bû. Daxwaz hebû lê bawerî kêm bû.’’

RASTIYA ŞERVANÊN KU XWE DIDIN BER MIRINÊ

Hêz û baweiya ku hevrêyên wî dayî dibe sedem ku Botan pirtûkê binivîse û 2019’an biryar dide ku binivisîne. Botan bi alîkariya hevrêyên xwe, çîroka hevalanên xwe yên xazî qey dike, dengan deşifre dike û cîlha pêşî ya pirtûka ku çîroka 5 xaziyan dibêje, temam dike. Botan wiha behsa qonaxa nivîsîna pirtûkê dike: ‘’Xebata pirtûkê ku sala 2019’an min dest pê kirî, bi qasî salekê û nîvVê doman. Ji bo ku ez bîranîna hevalên xazî, têkoşîna wan, lehengiya wan binivisim, û bibim dengê hevalên şehîd, bi qasî min nas kirî û hatî nasanin min hewl da ku binivisim. Her wiha min hewl da ku rastiya şer, hîsên dema şer erxim pêş^, hewl da rastiya şervanan ku xwe didan ber mirinê binivsiim.’’

Botan ku çavê wî û destê wî nînin, ji bo ku hevalên xwe yên xazî vebêje, navê wan li dîrokê binivîsîne, heq ji astengiyan derket, têkoşîna xwe domand, hînî kompîtirê bû û bi pênivîsa xwe xwest ku ji nirxadina ‘’Şehîdên Sax’’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibe bersiv.

Botan Avaşîn nexwest ku navê pirtûkê bide, got di demeke nêzîk wê çap bibe.