“TIŞTEK BI SERÊ OCALAN DE BÊ, WÊ LI HERÊMÊ FELAKET RABE”
PROF. NORMAN PAECH: EWLEKARIYA JIYANA OCALAN DIVÊ MÎSOGERKIRÎ BE
Piştî belavbûna îdiayên li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Apo pergala Îmraliyê careke din bû rojeva bingehîn a Kurdan.
Ji ber ku ji 27’ê Nîsana 2020’î û vir ve agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, fikarên li nava raya giştî ya Kurd zêdetir bûne.
Yek ji zanyarên naskirî yê Almanyayê Prof. Norman Paech bal kişand ser girîngiya mijarê.
Prof. Paech ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo agahî ji Rêber Apo bê wergirtin, divê tavilê heyetek biçe Îmraliyê.
Ji bo Tirkiye gaveke bi vî rengî biavêje, Prof. Paech bi taybetî bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê kir û got,
“Xuya ye barê rexnekirin û hişyarkirina rejîma Erdogan tenê ketiye ser milê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.”
Prof. Paech bi bîr xist ku Tirkiye guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha axivî:
Abdullah Ocalan ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyê, her wiha li tevahiya herêmê kesayetekî bingehîn û diyarker e.
Tenduristî û ewlekariya jiyanê Wî nabe ku bibe mijara nîqaşê, ji ber ku tiştek bê serê wî wê herêm bikeve nava felaketê.
Lewma divê tecrîda li ser wî tavilê bê rakirin, divê fikrên wî bigihêjin raya giştî.