Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Ewrûpa şirîka sûcê dewleta tirk e’: Delegasyona Îmraliyê bal kişand ser rewşa Rêber Apo 25.03.2021

 

“EWRÛPA ŞIRÎKA SÛCÊ DEWLETA TIRK E”
DELEGASYONA ÎMRALIYÊ BAL KIŞAND SER REWŞA RÊBER APO

Azadiya Rêber Apo bi kampanyayên cîhanê di rojeva cîhanê de ye.

Navenda Navenda Xebatên Kurdî ku li Londonê ye ji bo Rêber Apo konferansek li dar xist.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê di konferansa online de nêrînên xwe parve kirin.

Konferansa bi sernavê “Ocalan û rêya çareseriya siyasî aştiyane ya doza Kurdî” hat çêkirin.

Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson, ji saziya bi navê UNITE the Union Clare Baker, ji sekreterên berê yên sendîkaya mamosteyan a Brîtanyayê Barones Christine Blower û siyasetmedar Roza Salih nêrînên xwe parve kirin.

Li konferansa ku endama Komîteya Aştiyê ya Kurdistanê û parêzer Melanie Gingell moderatorî kir.

Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson axafina xwe bi temamî ji rewşa Rêber Apo re veqetad û bal kişand rapora CPTî ya ku têde tecrîda li Îmraliyê hatiye desnîşankirin.

Jonasson got: Bersiva Tirkiyê ji bo raporê bû şidaniana tecrîdê. Niha jî hin îda û gotegot digerin ev gelek bi talûke ye.”

Jonasson bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û got: Dewleta tirk veguheriye rejîmeke wisa ku li hundir û derve kes li hemberî ranabe. Di vê rewşê de parekî mezin a Ewrûpayê heye.

Siyasetmedar Roza Salih jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve weke metodeke ji bo bêdengkirina kurdan her tim tê bikaranîn.

Roza Salih jî di serî de Almanya dewletên Ewrûpayê ji ber ku destekê didin Erdogan rexne kirin.

Hiqûqnas Melani Gingell jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo bi ti awayî nayê qebûlkirin û got:

Ev rewş li gorî Peymana Netewên Yekbûyî jî sûc e.

Endama Kamaraya Lordan a Brîtanyayê û Seroka Kamnya ji Ocalan re Azadî Chriristine Blower destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê îro li ser temamiya Tirkiyê heye.

Nûnera têkiliyên navnetewî ya sendîkaya UNITE the Union Clare Baker jî li dijî tecrîdê nerazîbûn nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv