Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîsên Tirk 3 diran û milê Kevser Demîr a 55 salî şikandin

 

SULEYMAN SOYLU “LI TIRKIYÊ ÎŞKENCE NÎNE!”
DÎMEN Û WÊNEYÊN LI SER EKRANÊ WÎ DEREWÎN DERDIXIN

Wezîrê Karên Hundir yê Dewleta tirk Suleyman Soylu beriya çend rojan di kanaleke tirk de îdîa kiribû ku di serdema wî de îşkence çênebûye.

26’ê Hezîrana 2020an hêzên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala Aktivîsta TJAyê Sevîl Rojbîn Çetîn de girtibûn.

Hêzên dewleta tirk 3 saet û nîvê êşkenceyeke giran lê kirin û kûçik bera ser dabûn.

11ê Îlona heman salê li navçeya Wan Şaxê eskerên dewleta tirk 2 Kurdên bi navê Servet Turgut û Osman Şîba kirin binçavan, îşkencekirin û paşê ji Helîkopterê avêtin xwarê.

18 gulana 2019an li navçeya Riha Xelfetî gundê Derto 55 welatî kiribûn binçavan.

55ê kesên hatibûn binçavkirin destê wan ji paşve hatibûn girêdan û li erdê rêz kiribûn.

Ev çend bûyerên Şîdetê ku hêzên dewleta tirk pêk anîne.

Tenê di meha gulanê de 3 bûyerên şîdeta polîsên dewleta tirk bi vîdeoyan di çapemeniyê de derketin.

Piştî Batman û Dersimê vê carê îşkenceya Polîsê Dewleta tirk li navçeya Amed Rezanê xwe da der.

SULEYMAN SOYLU “LI TIRKIYÊ ÎŞKENCE NÎNE!”
POLÎSAN 3 DIRAN Û MILÊ KEVSER DEMÎR A 55 SALÎ ŞIKANDIN

Roja 18ê Gulanê Polîsê Dewleta tirk jina 55 salî Kevser Demîr ku kurê wê kirin binçavan derb kirin.

Di serdegirtina malê de polîsan 3ê diranê Kevser Demîr û milê wê şikandin.

Kevser Demîr li nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî rapora derbkirinê girt û giliyê polîsan kir.

Mexdûra şîdeta polîsan serî li weqfa mafê mirovan a tirkiyê û şaxa komeleya mafê mirovan a Amedê da.

Walîtiya Amedê jî weke hemû bûyerên din dîsa şîdeta polîsan parast.

Û diyar kir ku ferdên malbatê li ber polîsan rabûne.

Lê ya balkêş jî di daxuyaniyê de qet qala derbkirina jina 55 salî Kevser Demîr nehatiye kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv