KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
HEVRÊ KASIM ENGÎN XELEKA DAWÎ YA SEREKE YA ZINCÎRA AZADIYÊ YE
Komîteya Navendî ya PKK’ê Endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn di salvegera yekemîn a şehîdbûna wî de bi bîr anî.
PKK’ê di daxiyaniya xwe de di şexsê Kasim Engîn û Şehîdên Meha Gulanê de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û got:
Em hevrê Kasim Engîn ku xeleka dawî ya şehîdên Meha Gulanê ye, bi rêzdarî bi bir tînin.
Em ê têkoşîna tolhildana şoreşger, di sala duyan de zêdetir geş bikin.
Banga me li gelê me û li dostan e ku di şexsê Kasim Engîn de rastiya şehîdan fêm bikin.
Ji bo ku em bîranîna şehîdan vejînin û tola wan hilînin em têkoşînê geştir dikin.
Em li ser xeta gerîlayên me yên şehîd ên leheng şer dikin, gelê me û dostên me li ser xeta şehîdan dimeşin.
KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
DIVÊ EM ŞEHÎDÊN XWE RASTIR FÊHM BIKIN
PKK’ê di daxuyaniya xwe bi berfirehî li ser kesayet û şoreşgeriya şehîd Kasim Engîn nirxandin kirin:
Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke sereke ya xeta lehengiya Apoyî.
Ev xelek bi Hakî dest pê kir, bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sara dewam kir.
Ev xelek bi Egîd û Zîlan gihîşt asta xwe ya herî bilind.
Kasim Engîn navê welatparêziya rast, gelparêzî, dilsoziya bi Rêbertiyê re bû.
Wî şoreşgerî, yekbûna bi çiya û gerîla re ji xwe re kiribû felsefeya sereke ya jiyanê.
Eşkere nîşan da ku li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê jiyan û serkeftin pêkan e.
KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê:
EM JI BO TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN ŞER DIKIN
PKK’ê bal kişand ser şerê li dijî dagirkeriya tirk û destnîşan kir ku ji sala çûyî û wir ve di şexsê hevrê Kasim Engîn de ji bo kutola şehîdan hilînin şer tê kirin:
Em gel û tevger pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye” dimeşînin.
Di serî de jin û ciwan hemû gelê me û dostên me li ser piyan in.
Gerîla li her aliyê Kurdistanê her roj derba kuştinê li qirkeriya faşîst dide.
Gerîla bi şerê şoreşgerî yê ku geş kirî faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê binerd dike.
Pir eşkere ye ku xwîna ti şehîdê me li erdê namîne.
Hesabê her komkujiya faşîst û qirker tê standin.
Faşîzma AKP-MHP’ê di xwîna rijandî de dixeniqe.