Polîsên Fransayê li bajarê Strasboûrgê êrişî çalakgeran kir. Çalakgeran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Dêra St. Maûrîce ya kon vedabûn.
Gelê Kurd û dostên wan ên ku ji gelek bajarên Ewropayê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye, azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ û bi slogana ‘Ji bo Ocalan hewl bide’ li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê çalakiyek kir.
Piştî mîtînga li vir bi konên li pêşiya Dêra St. Maûrîceyê gundekî komun hate avakirin.
Polîsên Fransayê êrişî çalakgerên gundê komunê kirin.