Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Strasboûrgê bi mîtîngekê çalakîyeke demdirêj dest pê kir

 

“DEMA AZADIYÊ YE, JI BO OCALAN BIKEVE NAVA TEVGERÊ”
LI STRASBOÛRGÊ BI MÎTÎNGEKÊ ÇALAKIYEKE DEMDIRÊJ DESTPÊ KIR

Li bajarê Fransayê Strasboûrgê li ser banga Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî bi hezaran Kurd û dostên xwe li ber Konseya Ewrûpayê mitîngek li dar xistin.
Çalakî bi şiyara “dema azadiyê ye, ji bo Ocalan bikeve nava tevgerê” hat lidarxistin.

Gelek kesayetên navdar jî beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Berdevkê Kampanya ji Ocalan re Azadî û Dîktorê lêkolînê yê navneteweyî ji Sendîka Yûnayt a Ingilistanê Sîmon Dubbîns, Rêvebera heman sendîkayê Kler Beker, Ji Komîteya Ji Ocalan re Azadî Prof, Laura Koraddî û gelek kesên din di mitîngê de amade bûn.

Pêşî Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî

“DEMA AZADIYÊ YE, JI BO OCALAN BIKEVE NAVA TEVGERÊ”
SÎMON DUBBÎNS: EM BAWER IN, KU WÊ KAMPANYA AZADIYA OCALAN BISERKEVE

Paşê Sîmon Dubbîns axivî û got, ez li ser navê 6 milyon kedkar û karkerên endamên sendîkaya Yûnayt dibêjim, a niha azadî ji bo Ocalan.

Dubbîns xwest Konseya Ewrûpa bi erka xwe ya li dijî tecrîdê rabe û ji bo azadiya Ocalan bikeve nava tevgerê.

“DEMA AZADIYÊ YE, JI BO OCALAN BIKEVE NAVA TEVGERÊ”
‘DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWRÛPÎ GAVÊN JI BO OCALAN BAVÊJE

Beşdarên din jî heman daxwaz anîn ziman û bal kişandin ser mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.

Daxwazên sereke yên di çalakiyê de wiha bûn:

Divê tavilê CPT bikeve nava hewldanan da ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û tecrîd bê bidawîkirin.

Divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî, dewleta Tirk ji ber kirinên wê ceza bikin.

Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê hêza xwe ya kirinê bixe dewrê û gavên ber bi azadiya Ocalan ve biavêje.

“DEMA AZADIYÊ YE, JI BO OCALAN BIKEVE NAVA TEVGERÊ”
LI STRASBOÛRGÊ ÇALAKIYA VEDANA KONAN HAT DESTPÊKIRIN

Dema mitîngê dewam dikir, enternasyonalîstan û Kurdan li qadeke din a Strasboûrgê dest bi çalakiyeke demdirêj kirin.

Çalakgeran li dora dêreke li qada Arnoldê ya li bajêr ji bo azadiya Rêber Apo gelek kon veda.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv