Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîs ji bavê Poyraz re got: Em vê li cem te nahêlin

Hat diyarkirin ku polîsan axaftina bavê Denîz Poyraz a ji aliyên Onûr Gencer ve hat qetilkirin, Abdulîllah Poyraz a di merasîma cenaze de weke “propaganda” nirxandiye û ji xizmên malbatê re gotine “Em vê li cem wî nahêlin.”

Di êrişa ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr a Îzmîrê de kujer Onûr Gencer Denîz Poyraz qetil kiribû. Hat zanîn ku dirûşmên di merasîma cenazeyê Poyraz de hatine berzkirin û axaftinên hetine kirin, polîsan aciz kirin.e
‘WE XELETÎ KIR’
Xizmeke malbata Poyraz ku ji ber fikarên ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku roja merasîma cenaze polîsekî ku li dor Mizgefta Kadîfekaleya ku nimêja cenaze lê dihat kirin disekinî, hat cem wê û bi gotinên “We xeletî kir. Abdulîlah Poyraz di axaftina xwe ya ewil de propagandaya PKK’ê kir. Em vê li cem wî nahêlin” gef li bavê Poyraz xwariye.
JI KUJER RE GOTIBÛN ‘KEKÊ MIN’
Polîsan axaftinên hatin kirin û dirûşmên hatin berzkirin weke “propaganda” nirxandine û polîsên ku axaftina bavê Poyraz weke propaganda nirxandin dema kujer Onûr Gencer binçav kiribûn jî jê re gotibûn “Navê te çiye kekê min” û ew parastibûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv